Fîlmê 'Pardon' ku tê de Ferhan Şensoy û Rasîm Oztekîn dilîze, li Wanê bû rastî. Rêveberê HDP'ê yê berê yê Wanê Hamdûllah Kûmlû, piştî ku ji heman dosyayê du caran ceza xwar, par ji nû ve hat girtin. Kûmlû di hefteya bihurî de bi gotina 'Biborîne, di hiqûqê de şaşitiyên bi vî rengî dibe' hat berdan.
Rêveberê HDP'ê yê berê yê Wanê Hamdûllah Kûmlû di sala 2007'an de ji sûcdariya 'tevî ku ne endamê rêxistinê ye jî alîkarî daye rêxistinê' hat darizandin. Cezayê li Kûmlû hat birîn di sala 2010'an de zelal bû û 6 sal û 3 meh lê hat birîn. 3 meh beriya bidawîbûna cezayê Kûmlû pakêta dadgeriyê derket holê. Ji ber ku xwedî hukmên 'bi kêrî bersûc tê' dosya ji nû ve hat nirxandin. Tevî ku hukmekî bi kêrî Kûmlû were nehat bikaranîn, di dosya 2007'an de şaşitiya madî hat kirin û cezyê bersûcekî din ê dosyayê û Hamdûllah Kûmlû tevlîhev hat kirin. Cezayê Kûmlû 6 mehên din hat dirêjkirin û vê carê cezayê 6 sal 9 meh lê hat birîn.
Piştî ragirtina bi salan a li girtîgehê Kûmlû di meha bihurî de hat berdan. Di 9'ê Adarê de ji bo karê pasaportê çû Midûriyeta Emniyetê. Di dema kar û barên pasaportê de bi hinceta ku der heqê wî de biryara lêgerînê heye Kûmlû ji aliyê polîsên TEM ve hat binçavkirin û berî wî derxînin pêşberî dadgehê, şandin girtîgehê. Serlêdana destpêkêya Kûmlû li girtîgehê kir hat redkirin. Dijderketina duyemîn jî ji aliyê parêzerê wî Tûran Ece ve hat kirin. Parêzer Tûcan Ece dema dosya lêkolîn kir, bi şaşitiya mezin hesiya û serî li dadgehê da. Piştre biryara berdana Kûmlû hat dayîn.
Di dema kar û barên tehliyeyê yê Kûmlû de dozgerê girtîgehê jê re got, 'Biborîne şaşitiye çêbûye, lê belê di hiqûqê de carna şaşitiyên bi vî rengî rû didin. Em lêborînê ji te dixwazin' û Kûmlû serbest berda. Kûmlû yê ku bi qasî mehekê li girtîgehê hat ragirtin niha serî li rêyên hiqûqî dide û wê hesabê meheke xwe ya li girtîgehê bipirse.
Parêzer Tûran Ece destnîşan kir ku bûyera qewimiye rewşeke trajîkomîk e ku bi tenê di hiqûqa Tirk de tê dîtin.