Salvegera damezrandina PJAK'ê li Oslo hat pîrozkirin
Kurdistaniyên li paytexta Norwêc Osloyê dijîn, li salona konferansê ya Holmlîayê salvegera damezrandina PJAK'ê û rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kirin.

Pîrozbahiyê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê destpê kir. Dûre endamê Komîteya Navendî ya PJAK'ê Ehwan Chiyako, li ser navê komîteya PJAK'ê ya Norwêcê Mihemed Şêxî, li ser navê KNK'ê Refîq Gefûr, li ser navê Tevgera Goran Narîn Berzencî, li ser navê PYD'ê Serbest Welat derketin ser dikê û peyama xwe dan.
Li ser navê Komelgeya Jinên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Gulçîn Kemanger jî ji bo bîranîna cangoriyên PJAK'î helbestek xwend û axaftinek kir.
Di pîrozbahiyê de hunermendên herêmî Mansûr Evîndar, Huseyîn Algunerhan û Nebez Makûryanî jî derketin ser dikê û hunera xwe pêşkêş kirin.