Li Kerboranê polîsan konê nobetê dorpêç kirin

Li Kerboranê konê nobetê yê meclîsên ciwanan a DBP’ê vedan ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin, polîsan xwest kon bê rakirin û posterên Ocalan rakirin.

Li Kerboranê konê nobetê yê meclîsên ciwanan a DBP’ê vedan ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin, polîsan xwest kon bê rakirin û posterên Ocalan rakirin.

Di çarçoveya pêngava, “Xwedî Derkeve” ya li dijî Bendav û HES’ên bi armanca leşkerî di pêşengiya meclîsên ciwanan a DBP’ê hat destpêkirin, konê nobetê yê li navçeya Kerboranê hat vedan ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin. Konê bi wesayîtên zirxî û bi dehan polîsan ve hat dorpêçkirin, polîsan talîmata qeymeqamtiyê wek hincet nîşan dan û xwestin kon bê rakirin, polîsan tehdît kirin ku eger kon neyê vedan wê êrîş bikin. Polîsan dest danîn ser posterên Rêberê Gelê Kurd Absullah Ocalan ên avahiya li pêşberî kon hatibûn daliqandin. Tê diyarkirin ku poster bi talîmata dozgeriya Kerboranê hatine rakirin.