Atalay: Em li dora namzetên partiya xwe bicivin

Bernamzetê HDP'ê yê Êlihê Necdet Atalay ku weke namzet nehat nîşandan got, "Partiyê 4 rêhevalên min diyar kir. Di nava pêvajoya du meh û nîvan de heta ji min bê ez ê hewl bidim tevkariyê bikim."

Bernamzetê HDP'ê yê Êlihê Necdet Atalay ku weke namzet nehat nîşandan got, "Partiyê 4 rêhevalên min diyar kir. Di nava pêvajoya du meh û nîvan de heta ji min bê ez ê hewl bidim tevkariyê bikim."

Di nava partiyên sîstemê de, bernamzetên ku namzet nayên nîşandan an jî ji cihê xwe yê di lîsteyê de ne razî ne îstifa dikin. Lê belê li nava HDP'ê berevajî vê yekê hîn bêhtir, li hev kom bûn çêdibe.

Şaredarê berê yê Êlihê Necdet Atalay ê li Êlihê bû bernamzetê HDP'ê lê nekarî têkeve lîsteyê ji ANF'ê re peyivî û got, "Di nava pêvajoya du meh û nîvan de heta ji min bê ez ê hewl bidim tevkariyê bikim."

'EM Ê LI DORA NAMZETÊN HATINE DIYARKIRIN BICIVIN'

Daxuyaniya Atalay bi vî rengî ye:

"Tevgera siyasî ya Kurd tevgereke dozê ye, lewma ne rast e ku bi partiyên din ên siyasî re li heman mêzînê were wezinandin. Kod û nirxên xwe hene. Lewma bê guman wê mirov serlêdana namzetiyê bikin, xwe biceribînin, bixwazin wê alê hilgirin. Dema ji bo namzet nehat hilbijartin jî wê li dora namzetên hatine diyarkirin, li dora wan rêhevalan bicivin. Ji bo min jî rewş bi vî rengî ye. Ez kesekî hewl didim bibim ferdê vê partiyê, bibim milîtanekî vê partiyê. Min serlêdanek kir lê partiyê partiyê 4 hevalên me diyar kir. Ji bo min biryara partiyê ne cihê nîqaşê ye. Diyare ya herî baş ev bû, lewma ev biryar hat dayîn. Eger partiyê ez namzet nîşan nedabe, ez ê kêmasiyê ne di nava partiyê de di nava xwe de bibînim."

'EM PARTIYA DOZÊ NE'

Atalay ragihand ku HDP xwedî xeteke ji partiyên sîstemê cudatir e û got, "Di nava pêvajoya du meh û nîvan de heta ji min bê ez ê hewl bidim tevkariyê bikim. Bicihanîna hemû wezîfeyên dikevin ser milê min, ez weke berpirsyariya welatparêzekî dibînim. Exlaqa min terbiyeya min a siyasî, malbatî û welatparêzî vê yekê ferz dike. Em partiyeke dozê ne; lewma xeyidandin nîne."