Nasnameyên 2 şervanên azadiyê hatin aşkerakirin
Navenda Ragihandina YPG’ê nasnameyên 2 cangoriyên azadiyê ku di demên cuda de jiyana xwe ji dest dane, aşkera kir.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Em di şexsê her du cangoriyan de tevahî şehîdên Şoreşa Azadiyê bibîr tînin. Di pevçûnên ku di meha Adarê de di navbera hêzên me û komên çeteyan de li Til Temirê qewimîn de rêhevalê me Çayan Sîne ku ji Rojhilatê Kurdistanê ye, di şer de rolek girîng lîst û bi ruhekî fedayî beşdarî nava refên pakrewanan bû.
Rêhevala me Delîla Amed dema ku li bajarê Dêrikê li ser erka xwe bû, di encama qezayekê de gihîşt şehadetê .
Em wekî YPG/YPJ’ê di şexsê her du pakrewanan de tevahî şehîdên Şoreşa Azadiyê bibîr tînin û soza şopandina rêya wan nû dikin. Em ji ji tevahî malbatên şehîdan re sersaxiyê dixwazin.”
Nasnameyên du cangoriyan hatin aşkerakirin wiha ne:
Nuran Şahîn bi nasnav Delîla Amed di 09.04.2015’an de li Dêrikê jiyana xwe ji dest da
Kazim Mayîzî bi nasnav Çayan Sîne di 8’ê Adara 2015’an de li Til Temir jiyana xwe ji dest da.