Namzetên HDP’ê yên Mêrdînê li Qoserê hatin danasîn,
Namzetên HDP’ê yên Mêrdînê li navçeya Qoser a Mêrdînê bi çalakiyekê hatin danasîn. Namzetên HDP’ê li Qada Azadiyê ji aliyê sedan kesî ve hatin pêşwazîkirin.
Namzetên HDP’ê yên Mêrdînê li navçeya Qoser a Mêrdînê bi çalakiyekê hatin danasîn. Namzetên HDP’ê li Qada Azadiyê ji aliyê sedan kesî ve hatin pêşwazîkirin.
Namzetên HDP’ê yên Mêrdînê li navçeya Qoser a Mêrdînê bi mîtîngekê hatin danasîn. Namzetên HDP’ê li Qada Azadiyê ji aliyê sedan kesî ve hatin pêşwazîkirin.
Namzetên parlamenteriyê yên HDP’ê yên Mêrdînê Gulser Yildirim, Erol Dora, Mehmet Alî Aslan, Enîse Çoban Guneylî û Nurullah Gorhan li navçeya Qoserê ya Mêrdînê ji aliyê sedan kesî ve hatin pêşwazîkirin.
Namzetê parlamenteriyê yê HDP’ê Erol Dora li vê derê axivî û got: “Îro li Mezopotamyayê, ji Qoserê û heta hemû gelên Tirkiyeyê wê roja 8’ê Hezîranê bi jiyaneke wekhev û demokratîk a nû şiyar bibe.” Dora da zanîn ku bi hezaran kes di girtîgehan de û got: “Ji ber têkoşîna wan a siyasî û demokratîk em niha dikarin li vê derê dikarin biaxivin. Pêşî em ji vir Birêz Abdullah Ocalan ê ku di çarçoveya paradîgmaya neteweya demokratîk de rêya jiyana nû vekir silav dikin.”
Parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Gulser Yildirim jî axivî û got: “Em dibînin ku Erebek, Kurdek, Suryaniyek, Mihalmiyek û hemû rengên gelê me li derdora felsefeya Rêbertiyê li Mêrdînê li hev kom dibin. Modela HDP’ê wê li Mêrdînê rengê xwe bibîne.” Yildirim diyar kir ku divê em li Qoserê AKP’ê di bin benda hilbijartinê de bihêlin û bal kişand ser provokasyonên AKP’ê yên li Agirî û Mêrdînê.
Piştî axaftinan namzetên parlamenteriyê yên HDP’ê çûn serdana esnafan û piştre tevlî vekirina avahiya HDP’ê ya bûn.