Rojnamegera Hollandayî beraet kir
Têkildarî rojnamegera Hollandayî Frederîke Geerdîng ku bi îdîaya ‘propagandaya PKK’ê kiriye’ dihat darizandin, biryara beraetê hat dayîn.
Têkildarî rojnamegera Hollandayî Frederîke Geerdîng ku bi îdîaya ‘propagandaya PKK’ê kiriye’ dihat darizandin, biryara beraetê hat dayîn.
Rojnamegera Hollandayî Frederîke Geerdînk a bi îdîaya parvekirina nivîsên xwe yên li ser malperên civakî û bi roportaja ku bi Hevserokê Giştî yê KCK’ê Cemîl Bayik re kiriye ‘propagandaya rêxistinê kiriye’ dihat darizandin, duyemîn runiştina doza wî îro pêk hat û di rûniştinê de bi sedema ‘hêmayên sûc tine ne’ biryara beraeta wê hat dayîn.