Hêviya Kurdên Şengalî jî HDP ye

Namzetên HDP'ê yên Êlihê Atalan, Becerîklî, Başaran û Yagiz, Êzidiyên li Wargeha Qorixê ya li navçeya Qubînê ziyaret kirin. Êzidiyan ji HDP'ê xwestin, ku trajediya gelê Şengalê bi raya giştî ya cîhanê re parve bikin.

Namzetên HDP'ê yên Êlihê Atalan, Becerîklî, Başaran û Yagiz, Êzidiyên li Wargeha Qorixê ya li navçeya Qubînê ziyaret kirin. Êzidiyên ku ji serdanê kêfxweş bûn ji HDP'ê xwestin, trajediya gelê Şengalê bi raya giştî ya cîhanê re parve bikin.

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê xebatên ji bo hilbijartinên 7'ê Hezîranê zêde dibin. Namzetên HDP'ê yên li Êlihê nîşan dan, wargeha Kurdên Êzidî yên Şengalî, ku li komkujiya DAIŞ'ê rast hatin, ziyaret kirin. Kurdên Şengalî ku pêvajoya hilbijartinên giştî jî ji nêz ve dişopînin, ji namzeten HDP'ê yên parlamenteriyê xwestin ku barbariya çeteyên DAIŞ'ê aniye serê wan, ji raya giştî ya cîhanê re ragihînin.

Namzetên HDP'ê yên Êlihê Alî Atalan, Saadet Becerîklî, Ayşe Acar Başaran û Hasan Yagiz, Şengaliyên li Wargeha Qorixê ya li navçeya Êlih Qubînê ziyaret kirin û li ber devê wargehê ji aliyê girseyeke qelebalix ve hatin pêşwazîkirin.

ATALAN: TIRKIYEYÊ STATUYA PENABERIYÊ JÎ NEDA

Namzetê HDP'ê yê rêza yekemîn Alî Atalan anî ziman ku ji ber ew jî ji baweriya Êzidiyan e, beriya niha bi pirsgirêkên li kampê re mijûl bûye û ji bo Şengal ji çeteyên DAIŞ'ê paqij bibe wan li qada navneteweyî xebatên agahdarkirinê meşandine. Atalan ragihand ku gelê Şengalê li welatên xwe lê girtine rastî gelek pirsgirêkên mezin hatine û diyar kir ku Tirkiyeyê statuya penaberan jî nedaye Şengaliyan. Atalan spasiyên xwe pêşkêşî Şaredarî û gelê Êlihê kir ku piştgirî da Şengaliyên mexdûrên şer.

'BI TENÊ HDP KOMKUJIYÊ TÎNE ZIMAN'

Şemo Mirad anî ziman ku wan nêrînên xwe bi namzetên HDP'ê re parve kirin ku trajediya gelê Şengalê ji raya giştî ya cîhanê re ragihînin û got, "Ev 8 meh in bi piştgiriya gelê Êlihê re em li ser piyan e. Jiyaneke dûrî Şengalê gelekî bi me zor e, bi hezaran mirovên me hatin qetilkirin, bi hezaran jê hînê di destê çeteyên DAIŞ'ê de esîr girtî ne. Em nûçeyên rojane dişopînin, ya ku bi serê me de hat bi tenê parlamenterên HDP'ê li parlamenta welatê tînin ser ziman. Bi tenê vegotina barbariya DAIŞ'ê têrê nake. Civata Êzidî bi sedan salan rastî komkujiyê tê. Tevahiya cîhanê çav û guhê xwe li vê girtî ye. Em bawerin ku parlamenterên HDP'ê wê terora DAIŞ'ê raxin pêş çavê tevahiya cîhanê."

Mirad diyar kir ku bi saya gelê Bakurê Kurdistanê û tevgera azadiyê ew xwe bi tenê hîs nakin.

'DIVÊ HESAP JI DESTEKDARÊN DAIŞ'Ê Û PDK'Ê WERE PIRSÎN'

Xelef Şêx jî ji parlamenterên HDP'ê xwest ku hesap ji welatên destek dane DAIŞ'ê û PDK a ew bi tenê hiştiye, bipirse. Şêx anî ziman ku wî bi xwe jî bi salan xizmet ji PDK'ê re kiriye û got, "PDK'ê em terikand. Êdî ti hêviyeke me ji PDK'ê nemaye. PKK, YPG, YNK û partiyên din ji bo yekîtiya neteweyî li hev bicivin jî, em ê ji PDK'ê bawer nekin. Namûsa me di destê dijmin de hişt û reviya. Ev reva PDK'ê ne ji ber tirsê bû. Bi dîtina me, di encama bazariyekê de wan Şengal bi zanebûn di nava lepên çeteyên DAIŞ'ê de hiştin. Me daxwazên xwe yên di vî warî de ji namzetên HDP'ê yên parlamenteriyê re ragihandin. DAIŞ li pêş çavê tevahiya cîhanê rêxistineke barbar e. Her kes bi vê dizane lê belê birayên me yên ev guneh kirine, hesabê vê bidin. Pêwîste parlamenterên HDP'ê tenê bi pirsgirêkên li Bakurê Kurdistanê re mijûl nebin. Divê dest biavêje pirgirêkên gelê me yê li çar parçeyên Kurdistanê. Îsal wê parlamenterên Kurd ên Êzidî jî biçin parlamentê û bi dîtina me wê xwişk û birayên xwe temsîl bikin."

'DIVÊ TRAJEDIYA ŞENGALÊ BIGIHÎNIN RAYA GIŞTÎ YA CÎHANÊ'

Hekîm Cindo destnîşan kir, ku namzetiya bawermendên Êzidî ji bo parlamenteriyê wan kêfxweş dike.

Cindo anî ziman ku ji bo vegera li Şengalê ew daxwaza korîdoreke însanî dikin û xwest, diyaloga navneteweyî bê pêşvebirin. Cindo got, "Alî Atalan û Feleknas Ûca, tevî nasnameya xwe ya welatparêziyê, ji ber ku Kurdên ji baweriya Êzidiyatiyê ne, me kêfxweş kirin. Em bawerin ku parlamenterên Êzidî wê hîn bêhtir bixebitin. Divê parlamenterên HDP'ê trajediya Şengalê bigihînin raya giştî ya cîhanê. Bi dîtina komkujiya li Şengalê re ji bo biratiya gelên li Rojhilata Navîn û ji bo Şengaleke din rû nede, wê bixebitin."

...