Heyeta Îmraliyê li Agiriyê ye
Heyeta Îmraliyê ji bo operasyona leşkerî ya li Çiyayê Tendûrekê pêk hat û di encama operasyonê de yek jê gerîlayekî HPG'ê du kesan jiyana xwe ji dest da lêkolîn bike hat Agiriyê.
Heyeta Îmraliyê ji bo operasyona leşkerî ya li Çiyayê Tendûrekê pêk hat û di encama operasyonê de yek jê gerîlayekî HPG'ê du kesan jiyana xwe ji dest da lêkolîn bike hat Agiriyê.
Heyeta Îmraliyê ji bo operasyona leşkerî ya li Çiyayê Tendûrekê pêk hat û di encama operasyonê de yek jê gerîlayekî HPG'ê du kesan jiyana xwe ji dest da lêkolîn bike hat Agiriyê.
Endamên Heyeta Îmraliyê Pervîn Buldan, Ceylan Bagriyanik û Hatîp Dîcle û Namzeta HDP'ê ya Agiriyê Leyla Zana ji bo pevçûna li Çiyayê Tendûrekê ya Giyadînê ya Agiriyê pêk hat û yek jê gerîlayekî HPG'ê du kesan jiyana xwe ji dest da lêkolîn bike û sersaxiyê ji malbata Hevserokê Rêxistina HDP'ê yê Giyadînê yê berê Cezmî Budakê re bixwazin hatin Agiriyê.
Endamên Heyetê piştî li Balafirgeha Agiriyê hatin pêşwazîkirin çûn Duryana Dortyolê û ji gel re axivîn. Namzeta HDP'ê ya Agiriyê Leyla Zana diyar kir ku wê nedixwest bi xemgînî bê Agiriyê lê dizanin ku dîroka Kurdan dîroka ji agir e û wiha got: "Dema ez hatim bala min kişand. Her tim xemgînî ji me re layîq dîtin. Ez bawer dikim êşa me wê me bi hêz bike. Em ê vê êşa xwe bikin yekîtî. Ez bawer dikim ku em ê azadiya xwe di sedsala 21'emîn de ji hemû cîhanê re ragihînin. Hêzên tarî ti caran naxwazin gelê Kurd keyfxweş be."
'EM Ê ENCAMA LÊKOLÎNAN BI RAYEDARÊN DEWLETÊ RE PARVE BIKIN'
Ji Heyeta Îmraliyê Pervîn Buldan jî axaftina xwe bi sersaxiya Cezmî Budak destpê kir. Buldan diyar kir ku ji bo geşedanên hatin jiyîn li cih lêkolîn bikin û hatin Agiriyê û encamên lêkolînê dê bi raya giştî û rayedarên dewletê re parve bikin. Buldan anî ziman ku di encama tiştên hatin jiyîn de xwîna du kesan herikî û wiha got: "Birêz Ocalan ji bo carek din xwîna ti kesî neherike û dayîk careke din negirin pêvajoya muzakereyê da destpêkirin. Di pêvajoya du salan de agirbest hat îlankirin. Lê mixabin yên dixwazin pêvajoyê xirab bikin derketin holê. Provokasyonek pêk naîn û 2 canên me girtin. Em vê yekê qebûl nakin û bi tundî şermezar dikin. Em careke din dibêjin divê hemû aliyên vê bûyerê bên zelalkirin. Em dixwazin hemû berpirsiyar bên cezakirin. Agahiyên em ji şahidên bûyerê digirin ji bo pêşketina pêvajoya girîng in. Baweriya me bi agahiyên gelê me tê. Ji ber vê yekê agahiyên em ji we bigirin em ê li Enqere bi rayedarên dewletê re ragihînin. Divê gelê me baldar be û neyê provokasyonan."
Piştî axaftinan Heyeta Îmrali û kesên pê re ber bi Giyadînê ve bi rê ketin.