Li Şengalê 2 çete hatin kuştin
Li Şengalê, di encama çalakiyên sûîqestê de 2 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin.
Li Şengalê, di encama çalakiyên sûîqestê de 2 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin.
Li Şengalê, di encama çalakiyên sûîqestê de 2 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin.
Fermandariya HPG'ê ya Şengalê û Fermandariya Giştî ya YBŞ'ê, der barê çalakiyên xwe de daxuyaniyeke nivîskî weşandin.
Di daxuyaniya her du fermandariyan de hat ragihandin ku di 11'ê Nîsanê saet di 23:30 de, hêzên gerîla li derdora taxa Sîttî Zeynep çalakiyeke sûîqestê pêk anîne û di encamê de çeteyek hatiye kuştin.
Li gorî daxuyaniyê, di 12'ê Nîsanê saet di 11:30 de jî li Girê Elîsorge ku di navbera Solak û Sûka Jêr de ye, çalakiyeke sûîqestê hat kirin û li vir jî çeteyek hat kuştin.
Fermandariyan diyar kirin ku balafirên şer ên hêzên koalîsyonê jî di êvara 11'ê Nîsanê de 2 caran, di roja 12'ê Nîsanê de jî 2 caran çete bombebaran kirine.