Nasnameya 22 gerîlayên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dan
Komîteya Piştgiriya Malbatên Şehîdan a PKK'ê nasnameya 22 gerîlayên di pevçûnên demên cuda de jiyana xwe ji dest dane, aşkera kir.
Komîteya Piştgiriya Malbatên Şehîdan a PKK'ê nasnameya 22 gerîlayên di pevçûnên demên cuda de jiyana xwe ji dest dane, aşkera kir.
Komîteya Piştgiriya Malbatên Şehîdan a PKK'ê nasnameya 22 gerîlayên di pevçûnên demên cuda de jiyana xwe ji dest dane, aşkera kir.
Di daxuyaniya komîteyê de hat gotin, "Şehîdên me yên di dîroka me ya têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê de pêşeroja gelê me ronî kirin, bi têkoşîna xwe ya lehengî re nirxên me yên azadiyê afirandin, paşeroj, îro jî siberoja me ne. Şehîdên me yên di her roja dîroka me ya berxwedana bi heybet de sekneke berxwedana destanî, meş û lehengiyeke canfedayî nîşan dan, di tevahiya dîroka azadiyê de gelê Kurd û Kurdistanê bi berxwedaneke mezin a ji ruhê azadkirinê tacîdar kirine."
Komîteya Piştgiriya Malbatên Şehîdan a PKK'ê got, "Şehîdên me yên ku di nava gelên cîhanê de serê gelê me bilind kirine, îro jî dibin sedem ku em bi rûmetdarî bimeşin" û ev xal destnîşan kir: "Şehîdên me yên ku canê xwe di her demê de bi ruhê Apoyî danîn holê, wê weke pêşengên rasteqîn ê Pêngava Rizgariya Demokratîk û Avakirina Jiyana Azad werin bîranîn û bên bibîr anîn. Bi bîr û baweriya 'dilsoziya bi şehîdan bi temsîlkirina rast a wezîfeyên têkoşîna wan dibe' divê em di her kêliyê de, her rojê soza dilsoziya bi wan re bidin û zanibin bi wan re bijîn. Ji ber ku Şehîd li gel me jiyana rasteqîn dijîn. Em parçeyekî wan ê jê nayê veqetandin. Û wezîfeya me ye ku li ser vê bingehê em nirxê pêwîst nîşanî wan bidin.
Bila neyê jibîrkirin: wateya giştî ya hemû şehîdan, dijderketina li jiyaneke vîna dijmin li ser me ferz dike ye. Weke şopdarên baş ên şehîdên xwe yên li dijî jiyana dijmin derdikevin, em ê jî li dijî jiyana mêtînger û dagirker li ser me ferz dikin derkevin û jiyaneke demokratîk û azad ji xwe re esas bigirin."
Di daxuyaniya komîteyê de hat gotin, "Pêwîste hemû kêliyên şehîdên me yên berxwedanê, hemû taybetmendî, helwest û gotinên wan, ji bo me weke bang û fermanekê bên fêmkirin û bicih werin anîn.
Em ê her tim dilsozê vê bang û fermanên şehîdên xwe bin û soza jiyanek bi vê dilsoziyê didin" û ev xal destnîşan kir; "Daxwaz û xeyalên wan, heta afirandina Kurdistaneke azad û demokratîk -mîna îro li Kobanê tê dîtin- em ê şerê xwe mîna duh îro jî, sibê jî dewam bikin."
NASNAMEYA GERÎLAYÊN JIYANA XWE JI DEST DANE
Alî Karadag bi nasnav Agir, di sala 1981'ê de li Mazgîrtê ji dayik bû, di sala 1997'an de li Mazgîrtê beşdar bû, di 24'ê Gulana 1999'an de li Erzînganê jiyana xwe ji dest da.
Bînnaz Tûgra bi nasnav Besê Merxo, di sala 1968'an de li Dêrsimê ji dayik bû, di sala 1994'an de li Dêrsimê beşdar bû, di 1'ê Nîsana 1997'an de li Geliyê Elî yê Dêrsimê jiyana xwe ji dest da.
Hakkı Arslan bi nasnav Laşer, di sala 1972'an de li Dêrsimê ji dayik bû, di sala 1995'an de li Îzmîrê beşdar bû, di 15'ê Mijdara 1998'an de li Qabilcewz-Hezoyê jiyana xwe ji dest da.
Zekiye Guray bi nasnav Rojhan, di sala 1971'ê de li Dêrsimê ji dayik bû, di sala 1992'an de li Dêrsimê beşdar bû, di 13'ê Sibata 1997'an de li Akdag-Amedê jiyana xwe ji dest da.
Zulfu Ardiç bi nasnav Mûnzûr, di sala 1966'an de li Nazmiye ji dayik bû, di sala 1986'an de beşdar bû, di sala 1990'î de li Botan-Dihê jiyana xwe ji dest da.
Ahmet Aslan bi nasnav Velî, di sala 1971'ê de li Qoserê ji dayik bû, di sala 1993'an de beşdar bû, di sala 1998'an de li Amedê jiyana xwe ji dest da.
Mehmet Şakir Zorbay bi nasnav Şehmûs Kahraman, di sala 1958'an de li Giyadînê ji dayik bû, di sala 1991'ê de li Tendurekê beşdar bû, di 19'ê Cotmeha 1992'an de li Xakurkê jiyana xwe ji dest da.
Bulent Aldig bi nasnav Xebat, di sala 1973'an de li Êlihê ji dayik bû, di sala 1992'an de li Êlihê beşdar bû, di sala 1994'an de li Çiyayê Reşkê jiyana xwe ji dest da.
Hacî Gun Şîray bi nasnav Hecî Rênas, di sala 1953'an de li Êlihê ji dayik bû, di sala 1989'an de beşdar bû, di 1'ê Sibata 1994'an de li gundê Lefe yê Sêrtê jiyana xwe ji dest da.
Mehmet Beşîr Şenses bi nasnav Zinar, di sala 1971'ê de li Sêrtê ji dayik bû, di sala 1991'ê de li Stenbolê beşdar bû, di 29'ê Îlona 1992'an de li Zagrosê jiyana xwe ji dest da.
Ramazan Taşçi bi nasnav Berxwedan, di sala 1973'an de li Sêrtê ji dayik bû, di sala 1991'ê de beşdar bû, di 30'ê Tîrmeha 1994'an de li Wan/Westan li Qereqola Exte jiyana xwe ji dest da.
Selda Çetînkaya bi nasnav Zozan, li Nisêbînê ji dayik bû, di sala 1991'ê de li Sêrtê beşdar bû, di 24'ê Tebaxa 2002'an de li Metîna jiyana xwe ji dest da.
Aydin Kaçmaz bi nasnav Lokman, di sala 1977'an de li Mêrdînê ji dayik bû, di sala 1993'an de li Mêrdînê beşdar bû, di 12'ê Adara 1998'an de li Kato Jîrka-Botanê jiyana xwe ji dest da.
Hulya Petek bi nasnav Rojda, di sala 1977'an de li Sêrtê ji dayik bû, di sala 1993'an de beşdar bû, di 18'ê Çileya 1997'an de li Besta jiyana xwe ji dest da.
Mahsûm Yildiz bi nasnav Ozgur, di sala 1977'an de li Êlihê ji dayik bû, di sala 1992'an de beşdar bû, di sala 1994'an de li Dorşînê jiyana xwe ji dest da.
M. Emîn Baytar bi nasnav Mûrat, di sala 1970'yî de li Êlihê ji dayik bû, di sala 1992'an de li Amedê beşdar bû, di 30'ê Kanûna 1997'an de li Farqînê jiyana xwe ji dest da.
Tacettîn Ogûrtay bi nasnav Mervan Guşto, di sala 1973'an de li Êlihê ji dayik bû, di sala 1991'ê de li Êlihê beşdar bû, di sala 2001'ê de li Geliyê Nehlî / Şemzînanê jiyana xwe ji dest da.
Sedat Elveren bi nasnav Mûnzûr, li Çewlikê ji dayik bû, di sala 1995'an de li Mêrdînê beşdar bû, di 26'ê Hezîrana 1999'an de li Elkê jiyana xwe ji dest da.
Zeynep Erdem bi nasnav Jiyan, di sala 1969'an de li Sêwasê ji dayik bû, di sala 1988'an de li Enqereyê beşdar bû, di 13'ê Îlona 1995'an de li Kampa Ertûşê jiyana xwe ji dest da.
Esra Seçen bi nasnav Berçem, li Şirnexê ji dayik bû, di sala 1991'ê de beşdar bû, di sala 1995'an de li Zapê jiyana xwe ji dest da.
Îsmet Kar bi nasnav Artêş, li Şirnexê ji dayik bû, di sala 1992'an de beşdar bû, di 17'e Tebaxa 1994'an de li Botanê jiyana xwe ji dest da.
Mehdiye Ece bi nasnav Dêrsim, li Hezexê ji dayik bû, di sala 1993'an de li Hezexê beşdar bû, di Gulana 1997'an de li Zagrosê jiyana xwe ji dest da.