‘Lêgerîn mirov ber bi azadiyê ve dibe’

Di dîroka Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd de jî pir lêgerînvanan berê xwe dan çiya û tevlî refên têkoşînê bûn. Yek ji wan lêgerînvanên Kurd jî Serhed Botan e. Serhed Botan bi lêgerîn û israra xwe di pêncî û du saliya xwe de tevlî Refên Azadiyê dibe.

Di lêgerîna zîndiyan de temen ti car nabe asteng û divê ku nebe jî. Temen ji aliye ceribandinên jiyan û parvekirinên ji bo nivşên nû dikare bibe referans. Dema ku mijar dibe hebûn û bûna xwedî nasnameya azad wê demê legerîna mirov bê dawî û jêneger dibe. Ji ber ku ji dîroka mirovahiyê û heta niha pêşketinên mirov her bi lêgerîn û lêpirsînan ve tijî û dagirtî bûne. Lewma azadiya mirov bi rêya lêgerîn, têgihîştin û zanebûna fikrî digîhe îfadeya xwe.  Di dîroka Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd de jî pir lêgerînvanan berê xwe dan çiya û tevlî refên têkoşînê bûn. Yek ji wan lêgerînvanên Kurd jî Serhed Botan e. Serhed Botan bi lêgerîn û israra xwe di pêncî û du saliya xwe de tevlî Refên Azadiyê dibe. 

Kurte jiyana Serhed Botan: Ew di sala 1962’yan de li Şirnexê tê dinê. Zarokê malê yê herî mezin e. Sê xwişk û sê jî birayên wî hene. Dema hevalên wî diçin dibistanê beriya ku temenê wî temam be, ew jî dixwaze dest bi dibistanê bike. Sala destpêkê ji ber ku temenê wî biçûk e, mamoste wî derbas nakin. Lê pênc sal dibistana seretayî bi pileyeke baş bi dawî dike. Ciwaniya xwe bi lêkirina avahiyan derbas dike.  Di dema leşkeriya xwe de çalakiya 15’ê Tebaxê destpê dike û piştî ku ji leşkeriyê tê bi dilsozi erkên xwe yên welatparêzî bi cih tîne. Birayê wî Xemgîn û xwişka wî Zozan tevlî refê têkoşînê dibin, birayê wî jiyana xwe ji dide. Lê Serhed û Zozan di nav refên têkoşînê de hevrêyên xwişk û biran e.

LI HEMBERÎ BIŞAVTINÊ BERTEKA YEKEM 

Serhed Botan di salên dibistanê de, dixwaze bi zimanê Kurdî biaxive, lê polîtîkayên zimanê Kurdî pişavtin wê deme berdewam e.  Mamoste hin xwendevan dixwin sixûr û li ser zarokên biçûk digerînin. Ji bo ku kes bi Kurdî neaxive. Serhed û hevalên xwe li hemberî rewşa bişavtinê disekinin û helwest digrin. Dema ku jê re dibêjin, sonda “ez Tirk im, rast im, zîrek im” bixwîne, ew wê sondê dizivirîne Kurdî û napejirîne ku ew Tirk e. Wê demê mamosteyên wî lêdan û heqaretên mezin lê dikin. Di temenê biçûk de xwedîderketina li zimanê Kurdî di kesayeta wî de derdikeve pêş. Ev bûyer di zarokatiya wî de dibe nakokî û berteka yekem li hemer bişavtina li ser ziman û çanda Kurdî.

Gerîla Serhed Botan nakokiya xwe ya duyemîn jî, dema ku ew hê zarok e, lê rast tê, ew wan deman wiha tîne ziman: “Serbazek Artêşa Tirk eraq vedixwar ji ser hişê xwe diçû dihat û hemû ciwan kom dikir û li wan dida. Wê deme yek newêribû li hemberî wî Serbazê Artêşa Tirk bisekine, bi gotinên pir xerab û bi heqaretên mezin li ber çavên wî li gundiyan dikin. Min dixwest ku ez li hember bisekinim, lê nepêşengê me nebûn, ne jî çand û zimanê me dihat pejirandin. Dijmin her heqaret li ser me bê hesab dikir. Ez qet naxwazim ku wan rojan bibîr bînim. Ger ku niha jî PKK nebûna, wê ev rewş xerabtir berdewam bibûna. Wê demê em jî nebûn.”

‘DEMA WE DAXWAZÊN DIJMIN BI CIH ANÎ BITIRSIN’   

Asta zanebûna neteweyî ji bavê xwe fêr dibe. Bavê wî jêre dibêje: ‘Divê ku hûn ti car ji dijmin netirsîn, lê dema ku we daxwaziyên dijmin pejirandin wê deme bitirsin. Ya wê we bike ajan, yan jî wê we bike zilamê xwe.’ Di sala 1981 an de navê PKK’ê dibihîse. Ji ber ku beriya wê demê DDK, Ala Rizgarî û pir partiyên din hene. Ev hemû partî li Qilabanê bi rengekî fermî komele vedikin. Lê bi tenê PKK qedexe ye. Wê demê li Botanê tevî ku PKK zêde nayê naskirin jî, ew vê nakokiyê dijî. “Çima hemû partî komeleyên xwe fermîne, lê yên PKK’ê nînin?  Wê demê nizanin PKK partiyeke çawa ye û armanca wê çiye? Hêdî, hêdî me PKK nas kir PKK çiqas ku çû PKK li Botanê mezin bû û Gelê Botanê qezenc kir.”

‘BILINDBÛNA TÊKOŞÎNÊ EZ DIKŞANDIM’

“Bi çalakiya 15’ê Tebaxê hestên welatparêziya min mezin dibû û asta bilindbûna têkoşînê ez dikşandim. Ger ku min rêxistin nasbikraya ez ê wê demê tevlî bibûma û min ê helwesteke xurt nîşan bidana. Di pêngava 15’ê tebaxê de ez li leşkeriyê bûm, serbazekî got ku Kurdan leşkerên me kuştin. ‘Ger ku niha qlêş di destên min de debûna, min ê hemû Kurdan bikuştana.‘Min jî got; temam ez li vir im were û min bikûje. Madem ku ti evqas dixwazî mirovên kurd bikujî min bikûje. Her çendî ku zanebûna min a polîtîk û asta şîrovekirina min a sîyasî nebû jî wek hest û rûmet ez bi wan gotinan êşiyam.”

ÇAND Û ZIMAN JIBÎRKIRIN CIVAK BÊ HAFIZE HIŞTINE

Serhed Botan li ser daxwaziya malbata xwe dizewice û mala xwe dibe Îskenderûnê. Heta wê demê jî xeyalên wî tevlîbûna gerîla ye, lê malbat û derûdor nahêlin ku ew xeyala xwe pêk bîne. Ew û hevjina xwe soz didin ku xizmeta têkoşîna azadiya Gelê Kurd bikim. Ew wek malbatek weltparêz hem jiyana xwe ya asayi didomînin û hem jî erken welatparêziya xwe dikin.  Di nav malbatê de û di civakê de çanda Kurdewarî û zimanê dayikê her diparêzin. Ew li hember çanda dagirkerî helwest digre û çand û zimanê dayikê diparêze. Gerîla Serhed Botan li ser vê xalê wiha şîrove dike: “Ziman û çanda dijmin fêrbûn, ciwanan ji cewherê wan derdixe. Ji bo ku zarokên min bi çandek biyanî neynê pişavtin, min her bi wan re bi zimanê dayikê diaxivî. Ji ber ku nakokiya min a destpêk a dibistana seretayî zimanê dagirkerî şermezarkirin bû.”

CARA YEKEM TÊ GIRTIN

 Serhed bi salên dirêj erkên welatparêzî dike, lê piştî ku îtîrafkarek tê girtin leşker li wî jî digerin. “Dema ku agahiyê girtina min hat min ji birayê xwe re got, ez dixwazim biçim gund û cara dawî gund û malbata xwe bibinim û xatir ji dê û bavê xwe bixwazim. Ji ber ku demên mirov dibirin êşkencexaneyan dibin navê failên ne diyar de mirov winda dikirin.  Dema ez ketim ser riya gund li Şirnexê ez bi malzemeyên xwe yên lêkirina avahiyan hatim girtin.  Bi hinceta ku ez ê tevlî gerîla dibim, ez hatim girtim. Ez zewicî û xwediyê çar zarokbûm, ne gerîla bûm. Lê îdîanameya min bi endamtiya PKK’ê hatibû amadekirin. Piştî ku ez hatim girtin sê roj û sê şev dibin çavan de mam û êşkenceyên giran lê min hatin kirin. Gerîlayek bi navê Serhed şehîd ketibû, min bi wî re tevlîhev dikirin.  Ji min re digotin; heta ku ti demançeya çardeh xwar neynî, tu yê neyê berdan. Lê piştî şeş mehan tê fêmkirin ku ez ne Serhed û ne jî gerîla me ez hatim berdan.”

‘DI ZINDANÊ DE RUHEKÎ KOMUNAL HEBÛ’

Serhed Botan rojên xwe yên li zindanê wiha bilêv dike: “Girêdana zindanê ya bi hevaltî re li pêş e. Li zindanê fedakarî û jiyana komînal di asta herî jor de ye. Dema ez çûm Zindana Elbîstanê leşkeran xwestin min bibin nava yên bêalî lê min got; ez ji ber doza PKK hatime girtin, divê ku ez biçim nav PKK’i yan. Bi israra xwe ez çûm nav koxûşa hevalan, ji ber ku di zindanan de riheke komunal hebû. Li gel me Cîhan Denîz jî hebû, ew jî di sala 1994’an de li Dêrsimê Eli Boxazê hatibû girtin.  Dijmin digot, pêlavên xwe ji piyên xwe bikin,  me jî got em pêlavên xwe ji piyên xwe nakin. Hevalê Cîhan Denîz (sala 2008’an di encamê qezayeke trafîkê de jiyana xwe ji dest da) hiqûqnas bû û zagonan baş dizanibû. Li hemberê hakim parêznameya xwe ji ber dixwend. Asta têkoşîna hiqûqî li hemberê dijmin baş dida. Ev jî di kesayeta me de asteke zanebûnê dida avadikir.” Piştî ku derdikeve holê Serhed bê tewan e, ew tê berdan. Her çendî ku ew şeş meh bê tewan di zindanê de mabe hiştin jî ew tê bê dengkirin û nikare parastina mafê xwe bike.

‘BI ŞEHADETA XEMGÎN ZOZAN JÎ TEVLÎ BÛ’

 Di nav malbatê de cara yekem birayê wî Xemgîn tevlî dibe. Ew wan deman bi wa gotinan tîne ziman: “Di sala 1995’an de birayê min Xemgîn tevlî bû û piştî sê salan şehîd ket. Bi şehîd ketina birayê min xwişka min Zozan jî tevlî dibe. Dema ku xwişka min tevlî bû, dayik û bavê min pir bador bûn. Ji ber ku keça malê bi tene bû. Min xwest ez jî tevlî bibim, mirovên min, ez vegerandim. Lê ez bi israrbûm ku tevlî bibim. Birayê min Xemgin beriya ku tevlî bibe ji min re got; ez dixwazim biçim leşkeriyê. Ez wê demê pir qehirîm, lê min nexwest ku ez dîyar bikim. Ji min re got, ti çima tiştek nabêjî?  Min jî got, heta ku tu biçî leşkerî û be yî tu ne birayê min î. Dema ku min wiha got, ew pir kêfxweşbû û keniya. Ji ber ku mabesta wî ji tevlîbûna gerîla bû. dixwest ku min biceribîne, ka ez ê çi bêjim.”

‘DEMA KU FÎRAR ÇÊBÛ DEWLETÊ BI SER MALA MIN DE GIRT’

 Di sala 1997’an de li Zindana Îskenderûnê dîlên PKK’ê tunel dikolin û xwe rizgar dikin.  Wê demê hin nu Serhed ji zindanê derketiye. Lê carek din leşker bi ser mala wan de digrin û dixwazin ku para wî di firara zindanê de bibinin. Ew kêliyan wiha vedibêje:“Dema ku firara Îskenderûnê çêbû, dijmin hat bi ser mala min de girt. Min carna bi xwendevanên zanko yên mirovên xwe re niqaş dikir, dema ku hatin mala me jî min got, dibe ku xwendevan bin. Lê bi careke de leşkeran bi ser me de girtin û ketin mala me. Bavê min û zarokên min hemû li mal bûn. Pir zor û zehmetî û heqaretên mezin li me kirin. Wan dixwestin ku girtî di mala in de bin û ew hin bêhtir tedayê li me bikin.”

SEDEMÊ TEVLÎBUNA WÎ

 Di jiyana Serhed Botan de tevlî hemû zehmetiyan jî tişta ku dibe sedemê tevlîbûna wî lêgerîna wî ye. “ Serhed wan deman wiha tîne ziman: “Min îfadeya xwe ti car di nav pergala desthilatdar de nedidît, asta azadiya civak û kes nebû. Ji ber ku di zarokatiya min bi înkarkirina ziman û çanda min derbas bû. Ciwantiya di nav êşkence, lêdan, bê nasnamebûn hat meşandin. Min nikaribû, di nava pergala heyî de karibim bi rûmeta xwe bijîm. Wek malbat jî min pir zor û zehmetî ji ber dijmin dît. Careke dema ku hevjina min çû Bûrsa/ Gemlîgê dijmin agir berda seyarê û xwest ku wê di seyarê de bikûje. Dijmin diçû di pevçûnên li hember gerîla bin diket, dihat zirara xwe ji me digirt. Ji ber ku li her mirovê kurd bi çavê dijmin mêze dikirin. Dema min şehedeta birayê xwe bihîst ez pir bandor bûm û min xwest ku ez tevlî bibim. Di heman salê de dadweriya Tirk carek din di derbarê min de biryara girtinê da.”

 JI PÊKNEANÎNA XEYALÊN XWE DITIRSE

Piştî cezayê zindanê lê tê birîn ew tê li Başûrê Kurdistanê bi cih dibe. Di wê demê ew û birayê xwe di seyareyeke de qeza derbas dikin. Ji ber ku qezayeke pir girane ew dibêje ku kesek bawer nedikir ku ez carek din bifilitim. Bi rojan dibin çavderiya bijîjkan de dimîne, heta ku xeteriyê derbas dike. Ew wan kêliyan wiha bi lêv dike: “Wê demê gerîla hatin serdana min û min daxwaziya xwe ya dawî ji wan re got, min got, min pir caran xwest ku ez tevlî bibim, we nehîşt. Ez ditirsim bê ku ez xeyalên xwe bi cih bînim, ez bimrim. Ger ku ez vê carê rizgar bibim, divê ku teqez ez tevlî bibim. Min got, ger ku hun ji bo malbata min îcaze nadin min, hevjina min jî icaze dide ku ez tevî bibim. Hevala ji hevjina min pirsî, wê jî got;  ‘ger ku dixwaze tevlî bibe, ez ê jê re rêz digrim.’

EW GIHA HEDEFA XWE

Serhed Botan du salin li çiya ye û gerîlatî dike.  Ew nabêje ez giham armanca xwe, dibêje ez gihame hedefa xwe. Tevlî ku xwediyê çar zarok û du neviyan e û bi temene jî, ew dibêje ku ez pir bi asanî dikarim bi gerîlayên ciwanan re hevaltî bikim û bidim bistînim.  Ez wan nakim şûna zarok û nevivê xwe, lê ez bi heskirina hevaltî bi wan re xweşikbûnê jiyanê parve dikim. Di perwerdeya gerîla ya bingehîn de derbas dibe, gerîla wî tevlî kare giran û werzîşê nakin, le ew bi israra xwe tevlî her karî dibe.  Herî zêde ew ji gaziye şer bandor dibe û li hemberê zor û zhmetiyan wan jixwe re dike mînak. “Ger ku ew efqas bi fedakartî tevlî her karî dibin, ez jî dikarim tevlî her karî bibim.”

 ‘DAXWAZIYA MIN AZADIYA RÊBER APO YE’

“Daxwaziya min ya bingehîn azadiya Rêber Apo ye. Ger ku kêliyekê be jî, bila ez Rêber Apo bibînim û wê demê ger ku mirina min jî were ez xem naxwim. Ez di wê baweriyê de me ku serketina gel û Azadiya Rêber Apo nêz e. Heta ku ew pêk neyê, em ê li ber xwe bidin û bi ser kevin.” Ew dixwaze li Kobanê û Şengalê têbikoşe. Gerîlayên ku li Şengal û Rojava di çeperan de têdikoşin, silav dike û dibêje roj roja azadiya gelê Koban û Şengalê ye.  Ew ji hemû şervanên azadiyê re serketinê dixwaze û dibêje dilê min bi wan re ye.

 

...