Li Kerboranê çalakiya nobedê hat destpêkirin
Meclîsên Jin û Ciwanan ên DBP'ê di çarçoveya pêngava "Xwedî derkeve" de li Kerboranê dest bi çalakiya nobedê kirin.
Meclîsên Jin û Ciwanan ên DBP'ê di çarçoveya pêngava "Xwedî derkeve" de li Kerboranê dest bi çalakiya nobedê kirin.
Meclîsên Jin û Ciwanan ên DBP'ê di çarçoveya pêngava "Xwedî derkeve" de li Kerboranê dest bi çalakiya nobedê kirin.
Di çarçoveya kampanya "Xwedî derkeve" ya Meclîsên Jin û Ciwanan ên DBP'ê li hemberî zerara dewletê dide xwezaya Kurdistanê dan destpêkirin de, li navçeya Mêrdîn Kerboranê piştî meşekê çalakiya nobedê hat destpêkirin.
Bi pêşengiya meclîsên jin û ciwanan ên DBP'ê yên Mêrdîn û Êlihê, bi sedan kes tevî barana dijwar jî li ber avahiya DBP'ê ya Kerboranê civiyan û bi qîrîna dirûşme û hilgirtina pankartên "Em ax, av û enerjiya xwe komun bikin, jiyana azad û demokratîk ava bikin" ber bi qada konê nobedê yê li kêla rêya ber bi înşaeta Bendava Ilisû ve diçe, meşiyan.
Polîsan bi maşînên zirxî yên bi tîpa kîrpî û TOMA'yan di tevahiya meşê de dor li ciwanan û qada konê nobedê girtin. Konvoya ji sedan wesayîtî ya ji navçeya Şirnex Basayê hat, li astengiya leşkeran rast hat. Hat ragihandin ku konvoy hînê hatiye sekinandin.
Piştî meşê, li cihê çalakiya nobedê li ser navê meclîsa ciwanan a DBP'ê daxuyaniyek ji çapemeniyê re hat dayîn. Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser zerarên ku sîstema kapîtalîst dide xweza û civakê û hat destnîşankirin ku dewleta Tirk bi dehan salan ji bo xweza û dîroka pênc hezar salî ya Kurdistanê talan bike bi hezaran gund vala kiriye.
Meclîsa Ciwanan bibîr xist ku mezintirîn mîrateya çandî ya Kurdistanê Heskîf ji aliyê dewletê ve di binê avê de hatiye hiştin û got, "Dewleta TC di tevahiya dîroka xwe de li hemberî gelê Kurd her tim qirkirina siyasî, ekolojîk, çandî û dîrokî kiriye. Em weke ciwanên Kurdistanê vê yekê ji dewleta TC re dibêjin; Bi pêngava 'Xwedî derkeve' re em ê xwedî li av, enerjî û xwezaya xwe derkevin. Em ê têkoşîna xwe heta dawiyê bimeşînin."
Li dû daxuyaniyan, çalakiya nobedê li binê konê hat vedan, destpê kir. Nobeda destpêkê wê ji aliyê meclîsên ciwanan ên DBP'ê yên Mehsert û Mîdyatê ve were girtin.