Komîsyona hilbijartinê ya li Parîsê civiya

Komîsyona HDP'ê ya Hilbijartinê ya Parîsê, xebatên xwe yên ji bo hilbijartinên 7'ê Hezîranê bê navber dewam dike.

Komîsyona HDP'ê ya Hilbijartinê ya Parîsê, xebatên xwe yên ji bo hilbijartinên 7'ê Hezîranê bê navber dewam dike.

Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn, xebatên xwe yên ji bo hilbijartinên giştî yên 7'ê Hezîranê, bi berfirehî dewam dikin. Komîsyonên hilbijartinê yên Navendên Civaka Demokratîk ên li Bakurê Fransayê ku ji 8 herêman pêk tên û komîsyonên ji saziyên şoreşger û demokrat, li hev kom bûn û civînek lidar xistin.

Koordînasyona Hilbijartinê ya Parîsê jî li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a li Parîsê civiya. Li dû xebatên qeydkirina hilbijêran, ji bo hilbijêr ji 8'ê Adarê û pê ve biçin ser sindoqan, nirxandin hat kirin.

Di civînê de hat ragihandin ku hikûmeta AKP'ê ji bo pêşî li derbasbûna HDP'ê ji bendê bigire wê serî li her şêwe provokasyonan bide û pêşîgirtina li vê yekê jî bi 400 hezar dengên ji Ewropayê were ve girêdayî ye.

Di civînê de kar û barên çavdêrên di navbera 8 û 31'ê Gulanê de li ser sindoqan wezîfeyê bikin, hat nirxandin. Di dawiya civînê de, ji bo çavdêriya li ser sindoqan 235 kes hatin wezîfedarkirin.