Cenazeyên şervanan ber bi bajarên wan ve hatin oxirkirin

Cenazeyên şervanên di berxwedana Kobanê li dijî çeteyên DAIŞ ‘ê jiyana xwe ji dest dan, Ekrem Bîlge (Diyar Bagok), Şivan Sîdar (Dogan Artêş) û Nergiz Oner (Zerîn Bêrîvan) ber bi bajarên wan ve hatin oxirkirin.

Cenazeyê şervanê Ekrem Bîlge (Diyar Bagok) ê 10’ê Cotmeha 2014’an di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest da yê ji navçeya Nisêbînê Mêrdînê, Şivan Sîdar (Dogan Artêş) ê ji Şirnexê yê 17ê Mijdara 2014’an jiyana xwe ji dest da û şervana YPJ’ê Nergîz Oner (Zerîn Bêrîvan) a ji Hezexa Şirnexê ye û 16’ê Çileya 2015’an di şerekî li Kobanê de jiyana xwe ji dest da ji aliyê malbatan ve hatin wergirtin. Cenazeyên ji Deriyê Sînor ê Murşîtpinar hatin wergirtin, piştî karûbarên li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê, anîn Saziya Tiba Edlî ya Riha. Piştî karûbarên li vir malbatan cenaze wergirtin, û ber bi bajarên hat ve hatin rêkirin.

Cenazeyê Ekrem Bîlge Diyar Bagok) ber bi Nisêbînê, cenazeyê Şivan Sîdar (Dogan Artêş) û şervana YPJ’ê Nergîz Oner (Zerîn Bêrîvan) ber bi Şirnexê ve hatin şandin.