Ji hêzên YBŞ û YPJ-Şengal çalakiya hevpar

Di çalakiya hevpar a ji aliyê hêzên YBŞ û YPJ-Şengal ve hat lidarxistin 4 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin.

Di çalakiya hevpar a ji aliyê hêzên YBŞ û YPJ-Şengal ve hat lidarxistin 4 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin.

Fermandariya HPG Şengal & Fermandariya Giştî ya YBŞ’ê got, “Cejna Çarşema Sor a ji aliyê gelê me yê Êzîdî ve wek mizgîniya biharê tê pîrozkirin, ji aliyê çeteyên DAIŞ ê qetlîamker ve hatiye xwestin wek rojeke bi xwîn û bi êş were bibîranîn. Ji ber vê hatiye xwestin her cure komkujî bê kirin. Em cejnên xwe yên navên azadî û jiyanake bi rûmet in, û cejna Çarşema Sor ji bo bi veguhertina hêza azadî û berxwedanê pîroz bikin bi çalakiyeke li dijî çeteyên DAIŞ’ê pîroz dikin. Wê ev roja di mizgîniya biharê de wek hêz û meşa azadiyê ya vê rojê bidome.”

HPG/YBŞ, têkildarî çalakiyê ev agahî da:

“14’ê Nîsanê saet di navbera 18.00 û 18.30’î de li hember mînîbuseke çete tê de û di ketina Şengalê de di nav tevgerê de bû hêzên me yên YBŞ û YPJ-Şengal çalakiyeke hevpar pêk anîne. Mînîbus hatiye  rûxandin, 4 çete hatine kuştin û çeteyek birîndar bûye.

15’ê Nîsanê saet 01.30’î  li derdora girê Alîsorge li hember çeteyan hêzên me çalakiyeke sûîqestê pêk anîne. Di encama vê çalakiyê de çeteyek hatiye kuştin.

14’ê Nîsanê balafirên şer ên koalîsyonê piştî nîvro li hember çeperên çeteyan ên li taxên Sûka Jêr û Sîttî Zeynep bombardûman pêk anîne.