'Roja dadgehê 7'ê Hezîranê ye'
Namzetên HDP'ê yên Rihayê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li navçeya Xelfetiyê li nava gel geriyan.
Namzetên HDP'ê yên Rihayê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li navçeya Xelfetiyê li nava gel geriyan.
Namzetên HDP'ê yên Rihayê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li navçeya Xelfetiyê li nava gel geriyan. Şêniyên navçeyê bi dahol û zirneyê namzetên parlamenteriyê pêşwazîkirin. Namzet Osman Baydemîr di axaftina xwe ya li vir de bibîr xist ku di nava demokrasiyan de dadgehên ku gel rêveberan lê mehkeme dikin sindoq in û got, "Roja dadgehê 7'ê Hezîranê ye. Dadger jî, dozger jî, yên xwedî biryarê jî hûn in."
Namzetên HDP'ê yên Rihayê Osman Baydemîr ê rêza yekemîn, Hadle Ûgûr a rêza nehemîn û Rasîm Çakmak ê rêza dehemîn li navçeya Xelfetiyê bi gel re sohbet kirin. Namzet li ser rêya Xelfetiyê di gundên tê re derbas dibûn, bi dahol û zirneyê ji aliyê gundiyan ve hatin pêşwazîkirin.
Osman Baydemîr ku bi heyetekê xwe xwe gihand navenda navçeyê, li avahiya HDP'ê ya Xelfetiyê ji şêniyên navçeyê re axivî.
Baydemîr diyar kir ku welat 70 sal in bi yek ziman û yek nasnameyê tê birêvebirin û got, "Ya rast, yekperestî li dijî cewhera vê erdnîgariyê ye. Mirovahî ancax li ser pirengiyê bi pêş ve biçe. Lê mixabin ev 70 sal in bi van polîtîkayan re hewl didin gel bi rêve bibin. Hewl dan xefikan deynin. Lê belê ev berxwedana we înşalleh wê di sibeha 8'ê Hezîranê de mirovahiyê hînî rêveberiya heyî bike."
Baydemîr destnîşan kir ku şêweyê şerê 30 sal in tê meşandin li Agiriyê derketiye holê ku çawa ye û got, "Hikûmetê di oxira çend kursiyan de, ji bo çend parlamenteran bi dest bixe, zarokên vî welatî berdide hev, wan dişîne ber bi mirinê ve û ji bo bimirin diterikîne. Dixwaze bi vî rengî cenazeyên leşkeran bişînin aliyê rojavayê Tirkiyeyê, cenazeyên gerîla bişîne Kurdistanê. Û dûre wê rabe bêje 'Binêrin HDP destekê dide şîdetê û dengê xwe nedin wê'. Xefikeke bi vî rengî ya mezin çêkirin. Lê belê hestyarî û metaniya gel ev lîstik pûç kir.
Baydemîr ragihand ku ti tiştekî bi destê desthilatdariyê hatiye nivîsandin çarenûs nîne û axaftina xwe bi vî rengî temam kir:
"Di nava demokrasiyan de dadgeheke rêveber ji aliyê gel ve werin darizandin, hene. Ew dadgeh jî sindoq e. Roja dadgehê jî 7'ê Hezîranê ye. Dadger jî, dozger jî, yên xwedî biryarê jî hûn in. Bi dîtina min, dema hûn çûn vê dadgehê hûnê bi wijdana xwe re ji bo Tirkiyeyeke ronî û aştiyane, derî li jiyana nû vekin. Û ji dil bawer dikim ku afirînerê aştiyê Birêz Ocalan wê rojekê were vê derê."
Li dû axaftinan namzetên HDP'yî û endamên partiyê avahiya HDP'ê ya Xelfetiyê vekirin.