Hevşaredarên Surê li Taxa Bexçecikê Çarşema Sor pîroz kirin
Hevşaredarên Surê Fatma Şik Barut û Seyid Narîn ji bo cejna serê Nîsanê ango cejna Çarşema Sor ku ji aliyê civaka me ya Êzidî ve tê pîrozkirin çûn serdana gundê Bexçecikê û li wir tevlî merasîmên pîrozkirina cejnê bûn.
ANF
AMED
çarşem, 15 avrêlê 2015, 16:24
Hevşaredarên Surê Fatma Şik Barut û Seyid Narîn ji bo cejna serê Nîsanê ango cejna Çarşema Sor ku ji aliyê civaka me ya Êzidî ve tê pîrozkirin çûn serdana gundê Bexçecikê û li wir tevlî merasîmên pîrozkirina cejnê bûn.
Di nava heyeta ku çûn serdana gundê Bexçecikê de hevseroka BDP'ya navçeya Surê Leyla Leygara, Hevşaredara Peyasê Fatma Arşiment, endamê meclîsa Surê yê Êzidî Yılmaz Demray jî hebû. Demiray meha Nîsanê wekî bûka salê û wekî destpêka demsala buharê bi nav kir û got, “Ji ber pîroziya vê mehê di ayinên olî de navê Nîsanê wekî bûkê derbas dibe. Ji ber ku meha Nîsanê hemû xweşikî û bedewiyan di nava xwe de dihewîne, ew tê wateya dawiya şertên zor û zehmet ên zivistana Mezopotamyayê û destpêka xweşbûna xwezayê û derfetên ku bi xwe re tîne ji bo jiyana mirov xweştir û hesantir bike. Ji ber wê yekê jî ev meh tê wateya girêdana bi jiyanê ve û hembêzkirina wê.
Her wiha Hevşaredarê Surê Seyid Narîn jî anî ziman ku ji bo wan ev cejna Çarşema Sor a pîroz di demekê wiha de hatiye ku ew hêvî dikin ji herêma me re û ji gelê me re hêviyên xweş bi xwe re bîne. Narîn axaftina xwe wiha domand: “Em di pêvajoyeke gelekî hesas û girîng re derbas dibin û bi rasthatina vê cejna pîroz re em hêviyên xwe yên xweşî, aştî û azadiyê bi dilekî xweş dixwazin pêşwazî bikin. Pirçandî û piroliya di vê bajarê me yê qedîm de zengîniya me ye û bi hezarên salan ev gel û neteweyên cuda wekî bira bi hev re jiyane û wê bi hev re bijîn.”