Di civîna Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê de Qirkirina Ermeniyan û Komkujiya Enfalê hatin şermezarkirin. Di axaftinên li civînê de bang li dewletê hat kirin ku dîroka xwe ya qetlîemkar bibîne.
Rûniştina sêyemîn a Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê li Odeya Bazirganî û Pîşesazî ya Wanê (VAN TSO) bi beşdariya endamên meclîsê yên DBP û AKP'yî pêk hat. Cîgirê Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Wanê Cahît Bozbay û Hevberdevkê Koma DBP'ê Ramazan Alver der barê salvegera Qirkirina Ermeniyan û Komkujiya Enfalê de daxuyanî dan.
BOZBAY: GORÊN KOMÎ YÊN LI BENDA VEBÛNÊ NE, HENE
Bozbay Qirkirina Ermeniyan û Komkujiya Enfalê şermezar kir û qurbanî bibîr anî. Bozbay ragihand ku li Dêrsim û Zîlanê jî komkujiyên bi heman rengî qewimîne û destnîşan kir ku li Zîlanê hînê gorên komî yên li benda vekirinê ne, hene. Bozbay got, "Ev hemû di raporên komîsyonê de hene. Ser van hestiyan di demên cuda de bi maşînên kar di sala 1960 û 1976'an de hat girtin" û banga rûbirûbûnê kir.
Alver jî diyar kir ku yên di sala 1915'an de qewimîne qirkirineke û anî ziman ku her çend sed sal jî di ser re derbas bûne, hînê bandora qirkirinê heye.
'DEWLET Û DESTHILATDARÎ NEÇARÎ RÛBIRÛBÛNÊ NE'
Alver anî ziman ku Kurd, Ermenî û Rûm di tevahiya dîroka Komarê de li komkujiyan rast hatine û got, "Niha li çiyayên Dêrsimê karê kolandinê heye û hestiyên mirovan ji wir tên derxistin. Dewlet û desthilatdariyên siyasî neçarî rûbirûbûna dîroka xwe ne. Ti ji dewletên ku bi dîroka xwe re rûbirû nebe, nikare soza pêşerojeke azad bide gelan."
HEVBERDEVKÎ
Di civîna Meclîsê de her wiha Hevşaredara Îpekyolû Aygul Bîdav û Endamê Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin Ramazan Alver ji bo Hevberdevkiya Koma DBP'ê hatin destnîşankirin.