Demîrtaş: Her diçe rezîl dibin

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş gotinên Serokkomar Erdogan ên "Ya hûn kî ne" nirxand û got: "Rewşa me ya em bên asta wan tine ye. Li welat bûn serokwezîr û serokkomar lê ji exlaq ti tişt negirtine."

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş gotinên Serokkomar Erdogan ên "Ya hûn kî ne" nirxand û got: "Rewşa me ya em bên asta wan tine ye. Li welat bûn serokwezîr û serokkomar lê ji exlaq ti tişt negirtine. Ziman û usluba bikar tînin gelekî bê ast e. Rêbaza wan a xîtabê gelek erzan e. Zimanekî rezîl bikar tînin. Mixabin 13 sal in welat wisa bi rê ve dibin. Hêvî dikim ku em ê vî welatî ji wan xilas bikin.”

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş di ziyareta KCD'ê de têkildarî geşedanên di rojevê de daxuyanî dan çapemeniyê. Demîrtaş ji ber tevkariyên KCD'ê yên hilbijartinê spasî kirin û wiha got: "Amadekariyên xwe bi me re par ve kirin. KCD xebatên piştgiriyê ji me re dike. Ez careke din spasiyan li wan dikim."

'SEROKKOMARIYÊ DIKE LÊ Jİ EXLAQ TI TIŞT NEGIRTIYE'

Demîrtaş gotinên Serokkomar Erdogan ên "Ya hûn kî ne" nirxandin û wiha axivî: "Rewşa me ya em bên asta wan tine ye. Li welat bûn serokwezîr û serokkomar lê ji exlaq ti tişt negirtine. Ziman û usluba bikar tînin gelekî bê ast e. Rêbaza wan a xîtabê gelek erzan e. Zimanekî rezîl bikar tînin. Mixabin 13 sal in welat wisa bi rê ve dibin. Hêvî dikim ku em ê vî welatî ji wan xilas bikin.”

'TI SEROKWEZÎRÊ RASTÎ NÎNÎ'

Demîrtaş gotinên Serokwezîr Ahmet Davutoglu yên têkildarî provokasyona Agiriyê yên "Demîrtaş derewan dike" jî nirxandin û bûyera piştî êrîşa li hemberî Midûrê Polîsan ê Çewlîkê ya di 9'ê Cotmehê de pêk hat û piştre 4 kes hatin înfazkirin bibîr xist û wiha got: "Ez dixwazim bînim bîra Serokwezîr. Di dema êrîşa li hemberî Midûrê Polîsan ê Çewlîkê 4 kes hatin înfazkirin. Weke serokwezîr ti derketî te got, 'Alçax di nava du seatan de cezayên heqkirin girtin' Piştre derket holê ku ti eleqeya van 4 kesan bi bûyerê re tineye. Dîsa bûyera li Cîzîrê ya Nîhat Kazanhan ê ji aliyê polîsan ve hate qetilkirin heye. Ti derketî te got, 'Li wir teqez mudaxeleya polîsan tine ye. Teqez polîs wê seatê li wir tinebûn.' Lê têkildarî bûyerê polîsek hate girtin. Polîsê Nîhat Kazanhan qetil kir niha di girtîgehê de ye." Demîrtaş da zanîn ku Serokwezîrê têkildarî van bûyeran de "derew" kir niha ji ber provokasyona Agiriyê HDP'ê sûcdar dike û wiha bang li Serokwezîr kir: "Ti serokwezîrekî ku derewên te hatine îsbatkirin. Ji ber wê yekê dema tİ diaxivî hinekî rawestê û bifikire. Hezaran caran bifikire û careke biaxive. Ti serokwezîr î, lê li welat çi diqewime ti agahiya te pê tineye. Agahiya te pê çênebe normal e ji ber ku ti serokwezîrê rast nînî. Ez ji bo wî xemgînim. Xwe weke serokwezîr dihesibîne. Rastî jî agahiya wî bi tiştên li Agiriyê çêbûn tineye."

'KETIN ÇALA BI XWE KOLANDIN'

Demîrtaş da zanîn ku ji gundê nêzî qada operasyonê deng ji AKP'ê re derdikevin û keyaya gund bi xwe got heya niha zextên ti kesî li ser wan çênebûne û wiha pê de çû: "Keya dibêje 'Em deng didin AKP'ê. Ti kesî heya niha zext li ser me nekirine' Keyayê gund te derewîn derdixe. Serfermandar te derewîn derdixe. Serokê bajar ê te, te derewîn derdixe. Dibêjin 'heke leşker nehatiban ti pevçûn çênedibûn' Yanî PKK'î nehatine qadên jêr. Ev provokasyona AKP'ê bû û vala derket. Gel baş dizane. Gel niha baş dizane kî li pey provokasyonê ye. AKP ket kemîna provokasyona bi xwe çêkirî. Ketin çala bi xwe kolandin."

'WEKE ZAROKAN BERTEKAN NÎŞAN DIDIN'

Demîrtaş têkildarî biryara Parlementoya Ewropa ya têkildarî qirkirina Ermeniyan de girtî de jî axîvî bertek nîşanî daxuyaniyên Serokomar Erdogan û Wezîrê Karên Derve da û wiha got: "Divê hikûmet têkildarî bûyerên berê hatin jiyîn bi lêkolîna heqîqan û rû bi rû bûnê bigire dest. Papa tiştekî dibêje weke zarokan bertekan nîşan dide AKP biryarê digire weke zarokan bertek nîşan didin. Weke kreşê ye. Dewletê bi rê ve nabin. Weke zarokên li kreşê dixwînin in."

DAVUTOGLU DIBÊJE 'DENG BIDIN MİN BILA KESEKÎ DIN WELAT RÊ VE BIBE'

Demîrtaş têkildarî beyannameya AKP'ê ya hilbijartinê de jî wiha got: "Beyannameya we ya hilbijartinê nîşaneya 13 salan we ti tişt nekirine. Heke di nava 13 salan de we tiştek kiriba îro ew ev yek weke soz ji gel re pêşkêş nekirin. Weke ti dê bêjî yekemîn car dikevin hilbijartinê. Weke 13 sal in hikûmet nîn in dibêjin 'Em ê destûra bingehîn biguherin, azadiyan bînin, vê bînin û wisa bikin' Ya nû tenê pergala serokatiyê ye. Birêz Davutoglu dibêje 'Deng bidin min bila welat kesekî din bi rê ve bibe' Pergala di beyannameyê de cih girtin înkarkirina hemû sozên din e. Ji ber ku hikûmet li holê namîne."

'DENGÊN ME YÊN GUNDAN JI YÊN BAJARAN KÊMTIRIN'

Demîrtaş, destnîşan kir ku serokwezir û serokkomarekî wiha ne heqê gel e û wiha pêde çû: "Înşallah em ê di 7'ê Hezîranê de encamekî ku layiqê gelê me ye wekî HDP derxin holê."Demîrtaş, her wiha qala nîqaşên li ser provokasyonên di pêvajoya hilbijartinê de jî kir û piştî ku gotinên "PKK bi zora çekan ji HDP'ê re dengan berhev dike" derewand wiha axivi: "Dengên me yên li gundan ji dengên bajaran kêmtirin. Loma eger gel bi zora PKK'ê den bidaba, pêwîst bu ku dengên me li gundan zêdetir ba. Bila ti kes guh nede vê derewê."

'YÊ BI ZORA ÇEKAN DENG BERHEV DIKE HÛN IN'

Demîrtaş, derbirî ku bi esasî çek di destê hikumetê de hene û wiha got: "Artêş li ber destê we ye. Di cîhanê de ti kesi qasî we çek tinene. Û yên bi zora çekan dengan berhev dikin hûn in. Vê heyamê ez wisa difikirim ku divê hemû gelek baldar bibe."

Demîrtaş ku nîqaşên paşvekişandina hêzên PKK'ê jî nirxand der barê mijarê de ev tişt gotin: "Gelo PKK êdî wê xwe bikişîne ku derê. Jixwe li serê çiyayan e. Di agirbestê de ne. Dixwazin PKK vekişe, bila tam bêjin ka PKK xwe bikişîne ku. Bila rêyekî nîşan bidin. Eger hûn dibêjin bila biçin derveyî sînor. Wê bi kîjan rê biçin. Wê li gorî kîjan zagonê biçin. Bila van mijaran zelal bikin. Jixwe xwe kişandine cihê herî bilind ma êdî wê biçin ku. Eger dewlet li gor tevbigere ti pevçûn dernayên."

'GEL ÊDÎ DIZANE EV ÇI MAL IN'

Her wiha Demîrtaş diyar kir ku leşker jî gerîlla jî zarokên vî gelî ne û wiha domand: "Giyadîniyan leşker dan ser milê xwe û ew ji mirinê rizgar kirin. Gelo çi wateya înkara vê rastiyê heye. Niha wisa me sûcdar dikin ku qey HDP'ê artêş şandiye wir. Bila li qisura me nenêrin êdî gelê me van derewan naxape. Gel êdî dizane ev çi mal in. Her roj wê zêdetir teşhir bibin û bikevin nava panîkê. Her ku ketin nava panîkê wê xetayan jî zêde bikin û rezîl bibin. Bila Xwedê neyîne serê ti kesi. Her diçe wê rezîl bibin."