Kolandina li Xozatê bi dawî bû

Kolandina li Xozatê ya têkildarî qetilkirina 24 kesên ji malbatên Canan û Baran ên di dema Komkujiya Dêrsimê de bi dawî bû.

Kolandina li Xozatê ya têkildarî qetilkirina 24 kesên ji malbatên Canan û Baran ên di dema Komkujiya Dêrsimê de bi dawî bû.

Li mezraya Seka Sure ya girêdayî gundê Bargînî yê Xozatê ku hatibû diyarkirin di Komkujiya Dêrsimê de ji malbata Canan û Baran 24 kes bi awayekî zindî hatibûn şewitandin, ji aliyê Dozgeriya Xozatê ve xebatên kolandinê hatibû destpêkirin bi dawî bû. Di kolandinê de 12 hestiyên tasa seriyan, bi sedan hestî, 2 mohrên muxtaran û alavên şexsî hatibûn dîtin. Xebatên kolandinê îro bi dawî bûn.

Hat diyarkirin ku hestî û alavên hatine dîtin wê bişînin Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê.

Li gel vê parazerê malbata Baran û Canan Cîhan Soylemez, der barê kolanê de wê sibe li navenda Dêrsimê civîneke agahdarkirinê pêk bîne.