Di kolandina Dêrsimê de du hestiyên tasa ser hatin dîtin

Di kolandina li navçeya Xozatê ya Dêrsimê ya têkildarî kesên di Komkujiya Dêrsimê de hatin qetilkirin hat destpêkirin du hestiyên tasa serê mirovan hatin dîtin.

Di kolandina li navçeya Xozatê ya Dêrsimê ya têkildarî kesên di Komkujiya Dêrsimê de hatin qetilkirin hat destpêkirin du hestiyên tasa serê mirovan hatin dîtin.

Kolandinên li gundikê Sake Sure ya gundê Bargînî ya navçeya Xozatê ya Dêrsimê ya têikldarî 24 kesên bi şewatê hatin qetilkirin hat destpêkirin berdewam dike. Duh di encama kolandinê de gelek hestî û hestiyên tasa serê mirovan hatibûn dîtin. Di kolandina îro de jî gelek hestiyên biçûk û 2 hestiyên tasa serê mirovan hatin dîtin. Parêzerê malbatên Baran û Canan Cîhan Soylemez diyar kir ku di encama kolandinên duh û îro de bi giştî 10 hestiyên tasa serê mirovan hatin dîtin û hinek ji wan aîdî zarokan in.

AMÛRÊN ŞEXSÎ Û MOHR

Soylemez anî ziman ku di kolandinên îro de hin amûrên şexsî derketin holê û wiha got: "Di encama kolandinê de neynikên berîkê yên aîdî kesên di komkujiyê de hatin qetilkirin û mohra keya ya aîdî Hasan Canan hatin dîtin. Li ser mohrê dîroka 930 Hasan  heye." Soylemez da zanîn ku di dema kolandinê de gelek qalikên guleyan hatin dîtin û wiha axivî: "Xebat hê berdewam dikin. Hestiyên gelek kesan derdikevin holê. Em nizanin ka wê îro xebat bi dawî bibin. Dibe ku sibê jî berdewam bikin."