Li Kobanê operasyoneke nû: 5 gund hatin rizgarkirin

Hêzên YPG/YPJ û Bûrkan El Firat, li başûrrojhilatê Kobanê duh derketin operasyonê û di encamê de 5 gund azad kirin. Di pevçûnên duh bi şev de 15 çete hatin kuştin. Di pevçûnên li Kantona Cizîrê de jî 22 çete hatin kuştin.

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand, ku hêzên YPG/YPJ'ê di roja 212. a berxwedana Kobanê de li başûrrojhilatê Kobanê li hemberî hin gundên di bin dagirkeriya DAIŞ'ê de ne operasyoneke dane destpêkirin.

Navendê diyar kir ku di vê operasyona bi navê "Bîranîna Şehîd Agirî û Şehîd Herdem" de hat lidarxistin, hêzên Bûrkan El Firat jî bi awayekî aktîf cih digirin û di çarçoveya operasyonê de derbên giran li çeteyan hatine xistin.

Li gorî daxuyaniyê, di vê operasyonê de gundên Xan Memed, Hemdun, Xirab Bergîr, Saqê û Girêk ji çeteyan hatine paqijkirin û bi qasî hatiye zelalkirin 6 çete hatine kuştin, termê 2 ji van tevî gelek cebilxane û amûrên leşkerî ketine destê hêzên YPG/YPJ'ê.

Di pevçûnên dijwar ên li gundê Hemdunê de 2 şervanên Bûrkan El Firat ên ji roja destpêkê ve di berxwedana Kobanê de cih girtin, jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Çapemeniyê diyar kir ku komên çete duh bi şev êrîşî gundê Goktepe kirin û ev êrîşa bi wesayîta bombebarkirî hatiye şikandin. Hat ragihandin ku di encama teqandina wesayîta bombebarkirî ya çeteyan di nava çeteyan de 9 çete hatine kuştin.

LI ROJAVAYÊ KANTONA CIZÎRÊ 22 ÇETE HATIN KUŞTIN

Di daxuyaniya Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê de hat ragihandin ku êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên di 23'ê Sibatê de li hemberî rojavayê Kantona Cizîrê hatine destpêkirin dewam dike.

Navenda Çapemeniyê da zanîn ku komên çete duh bi şev êrîşî gundikê Ennabiya Sudan ê 7 kîlometre li başûrrojhilatê gundê Menacir ê Til Temirê kirine, li ser bersivdayîna hêzên YPG/YPJ'ê pevçûnên dijwar qewimîne û êrîşa çeteyan hatiye şikandin. Navendê diyar kir ku di vê pevçûnê de bi qasî hatiye zelalkirin 4 çete hatine kuştin, 5 çete jî birîndar bûne.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku çete ji vir reviyan gundikê Derxam ê 1,5 kîlometre li başûrê gundikê Ennabiya Sudan e û hat gotin ku balafirên şer ên koalîsyonê jî êrîşî van komên çete kirine. Li gorî daxuyaniyê li vê herêmê 15 çeteyên DAIŞ'ê hatine kuştin.

Wekî din, duh bi şev li gundê Lîlan ê 6 kîlometre li başûrrojavayê Menacirê ye hêzên koalîsyonê bi balafirên şer êrîşî komên çeteyan kirin û di encamê de wesayîteke doçka li ser û 3 çete tê de, hat rûxandin.