Ji Dersimê alîkariyên ji bo Kobanê û Şengalê ketin rê
Şaredariya Dêrsimê ji bo alîkariya Şengal û Kobanê barê TIR'ekê ya ji bo Kobaniyan ber hev kiribûn şand Pirsûsê.

Şaredariya Dêrsimê ji bo alîkarî û piştevaniya bi zarokên Şengal û Rojava yên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê neçar mane cih û warên xwe terk kirine kampanyaya alîkariyê dabû destpêkirin berdevam dike. Gelek welatî û saziyên sivîl tevlî kampanyayê bûn û alîkariya di çarçoveya kampanyayê hatibû berhevkirin bi TIR’ekê radestî Komeleya Piştevanî û Alîkariya bi Rojava re ya Şaredariya Pirsûsê kirin. Hat ragihandin ku alîkarî ji tonek miqarne, bîskuvî, rûn, ava bacanan, amûrên paqijiyê, hefada zarokan, qutiyên şekir, kîs, birinc, mamayê zarokan pêk tê. Alikarê Hevşaredarê Dêrsimê Îbrahîm Kasun diyar kir ku ji bo Kobanê û Şengalê alîkariya wan berdevam dike û wiha got: “Em spasiyê xwe pêşkêşî kesên ku xebatên alîkariyê dane meşandin û yên alîkarî dane dikin. Gelê Kobanê ne tenê ye.”
Piştî axaftinê TIR'a alîkariyê ber bi Pirsûsê ve derket rê.