Rûpoşa AKP’ê ket - Cemîl Bayik

"Erdogan ketiye nava panîkê. Lê wê HDP benda hilbijartinê derbas bike, ji bo demokatîkbûyîna Tirkiyeyê û çareseriya pirsgirêka Kurd pêngavên mezin biavêje."

Derket holê ku ji bo HDP’ê benda hilbijartinê derbas neke, hikûmeta AKP’ê wê serî li rêbazên qirêj û psîkolojîk bide û her tiştî bike. Ti carî Tayyîp Erdogan evqas êrîşkar nebûbû. Li hember HDP’ê propagandaya reş dimeşîne, sûcdar e, lê wekî kesekî mafdar diaxive. Dixwaze wek mînaka ’Yavuz diz’  zextan li HDP’ê bike. Wisa tê fêmkirin ku HDP, benda  hilbijartinê derbas dike û wê derbas bike. Êdî baweriya ku wê benda hilbijartinê derbas bike, ji her demê xurtir e. Erdogan û hikûmet vê rastiyê dibînin û dixwazin dengê HDP’ê kêmtir bikin. Ji bo bigihêje armanca xwe jî hemû rêyan ji xwe re rewa dibîne. Eger mirov li benda ku Tayyîp Erdogan û AKP xwedî exlaq û wijdana siyasî bin, ev xeflet e. Rewşa heyî nîşan dide ku wê Erdogan û AKP’ê serî li gelek rêbazên qirêj û bi tahluke bidin. Li Agiriyê rûpoşa wan ket, lê qare qar dikin û dixwazin rewşa ku ketinê binixumînin. 

AKP niha dixwaze derewa; ‘HDP bi darê zorê deng ji gel distîne’ belav bike, têgihiştineke wiha biafirîne û ji bo li her derê zext li HDP’ê bê kirin bingehê diafirîne. Ger di demeke nêz de li Kurdistan û Tirkiyeyê li ser HDP’iyan zext zêde bibin, bila tu kes matmayî nemîne. Hêj hilbijartin destpênekiriye, ev qare qar ne ji bo xêrê ye. 

Tê fêmkirin ku yek jê jî sedema derxistina Qanûna Ewlehiya Navxweyî ew e ku di hilbijartinan de zordariyê bikin. Bûyera li Agiriyê bi fermana Walî pêk hatiye. Tê zanîn ku walî jî di bin fermana hikûmetê de ye. Walî dizane wê bimirin, lê dîsa jî leşkeran dişîne qada gerîlayan. Lê ji bo rewşa bêpevçûnê bidome, divê gerîla û leşker neyên nêzî hev. Eger bikevin qada gerîla ya ji bo zivistanê, ev tê wateya pevçûnê. Eger walî li hember vê rewşê bi zanebûn leşkeran bişîne qadên gerîla, ma ev provokasyon nîne çi ye? Eger ji bo vê provokasyonê bê gotin ku gerîla ji bo propagandayê ji HDP’iyan re bikin çûne wê derê kenê qijikan ji vê hincetê tê. Wê ji kesên ku dengê xwe didin HDP’ê re propagandaya HDP’ê bê kirin, ji bo vê asteng bikin operasyon hatiye lidarxistin, ti kes baweriya xwe bi we nayne. Eger di dema bêpevçûnê de hûn leşkeran bişînin ser gerîla, bê nîqaş ev provokasyon e. Wisa tê fêmkirin ku eger gel nebûya mertalê zindî, wê di vê provokasyona de bigihîştina armanca xwe. Gel provokasyona wan vala derxist. Ji ber vê yekê, divê ji bo hestiyariya gel ya polîtîk, werin pîrozkirin. 

Baş hatiye dîtin ku armanca gelê Kurd ji bilî jiyanek azad û demokratîk tiştekî din nîne.  Baş hatiye dîtin ku gelê Kurd 40 sal in ji bo ji hinek kesan re dijminatiyê bike tênakoşe, ji bo azadiya xwe bi dest bixe têdikoşe. Leşkerên ku di şer de zarokên wan dikujin, dema birîndar dibin, didin ser pişta xwe û ev yek jî nîşan dide ku gelek çiqas pêşketiye û xwedî basîreteke çawa ye. Gelê Kurd tenê jiyaneke azad û demokratîk dixwaze. Ji ber vê yekê ji bo hilbijartina ku ji bo azadî û demokratîkbûyînê girîng e provoke nebe ketine nav hewldanên mezin. Hevserokê HDP’ê yê navçeyê yê berê ku şehîd ket, şehîdê demokrasiyê ye; serokê MEYA-DER’ê jî gaziyê demokrasiyê ye. Ji bo vê provokasyonê asteng bikin bûne mertalê zindî. Ma ji vê pîroztir helwest heye? Divê gelê Kurd bi van ewladê xwe serbilind be.  

Gerîla jî pir bi sebir, bi xwînsarî û bi berpirsyarî tevgeriyan. Demên borî jî li Farqînê bi vî rengî leşker şandin nav gerîla. Gerîla jî wê li Farqînê an bihata kuştin, an jî wê bikujta. Îcar jî xwestin bi heman rengî provokasyonê derxin. Lê îcar gel ev lîstika wan xera kir. Li aliyê din jî li Tendurekê dewamkirina zivistanê, ji ber ku leşker erazî baş nas nakin û bi taybet jî helwesta mertalên zindî ev lîstik xera kir. Eger wisa nebûya wê gelek leşker û gerîla jiyana xwe ji dest bidana û bêpevçûnî bi dawî bûbûya. 

Piştî vê bûyerê li Tirkiyeyê gelek derdorên hestiyar gotin; ‘Bila leşker jî gerîla jî nemirin’ û helwesta AKP’ê rexne kirin û ev pêşketineke girîng e. Tê fêmkirin ku ji bo HDP di bin benda hilbijartinê de bimîne AKP’ê ferman daye waliyan. Walî wê li her derê bi hinceta propagandaya HDP’ê tê kirin û peywira ku bi 'Qanûnên Ewlehiya Navxweyî' dane wan bi kar bînin. Derket holê ku 'Qanûna Ewlehiya Navxweyî' ji bo hilbijartin adilane û wekhev derbas nebin, wekî mudaxaleyê hatiye derxistin. Zîhniyeta AKP’ê li hember hilbijartinê gefa herî mezin e. Tevgera Azadiya Kurd di demên şer ên herî dijwar de jî bilî boykotan helwesteke ku mudaxaleyî hilbijartinan bike nîşan nedaye. 

Ji ber ku gel alîkarî da leşkerên birîndar AKP ji vê yekê jî aciz dibin û ev jî nîşan dide ku xwedî exlaqê siyasî yê çawa ye. Artêş ji gel re spas dike, lê AKP’î bi awayekî bêcidiyet dibêjin gel tenê serê pot girtine. Li hember spasiya artêşê evqas acizbûna wan, zîhniyeta wan nîşan dide. Li cihekî ku jiyana mirovan mijara nîqaşê ye, li pey çend dengan ketine. Piştî daxuyaniya artêşê daxuyaniyeke wiha dayîn, ji bilî fikara windakirina çend dengan tiştekî din nîne. Lê divê beriya her kesî siyasetmedar û burokratan spasiyê xwe pêşkeşî gel bikira. Eger Erdogan qare qar bike, wê yên din çi bikin. Wekî mînaka mela û cemaetê. 

Erdogan dîn û har bûye, xwe winda kiriye û bi tenduristî bifikire. Eger kesek li hember daxuyaniya li Dolmabahçeyê, manîfestoya Newrozê, heyeta şopandinê derkeve û bibêje 'em li dijî pêvajoya çareseriyê nîn in' ma kê bi vê gotinê bawer bike? Ji xwe ti carî neket pêvajoya çareseriyê. Rêberê Gelê Kurd xwest bikevin pêvajoyê, lê hikûmeta AKP’ê neket pêvajoyê û gavên pêwîst neavêt.  Daxuyaniyên Erdogan ên piştî daxuyaniya Dolmabahçe û Newrozê vê helwesta wan baştir radixe ber çavan. 

Erdogan ketiye nava panîkê. Lê wê HDP benda hilbijartinê derbas bike, ji bo demokatîkbûyîna Tirkiyeyê û çareseriya pirsgirêka Kurd pêngavên mezin biavêje. Tayyîp Erdogan wê bi zîhniyeta xwe ya kevn û helwesta xwe ya ji demokratîkbûyînê direve ve winda bike.  

Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka, Azadiya Welat