Tevgera leşkerî ya artêşa Tirk didome
Tevgera leşkerî ya artêşa Tirk ji bejahî û hewayî bi awayekî zêde didome.
Tevgera leşkerî ya artêşa Tirk ji bejahî û hewayî bi awayekî zêde didome.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ya HPG’ê, diyar kir ku tevgera leşkerî ya artêşa Tirk bi awayekî zêde didome. HPG’ê got, “Tevgera leşkerî û operasyonên artêşa Tirk a li Kurdistanê û gavên ku bingehan ji pevçûnan re çêdike bi awayekî zêde dewam dikin.”
HPG, têkildarî tevgera leşkerî ya artêşa Tirk ev agahî da:
15’ê Nîsanê saet di navbera 15:00 - 16:30’î de li ser qada Avaşîn a Herêmên me yên Parastinê yên Medya tevgera balafirên şer ên artêşa dagirker a TC hatiye dîtin. Ev tevgera hewayî li Herêmên me yên Parastinê yên Medya bi awayekî zêde dewam kirine. Li gor vê;
Heman rojê saet di navbera 15:00 - 16:00 û 23:30 - 00:00 de li herêma Zapê, saet di navbera 15:00 - 15:30’î de li ser herêma Heftanîn tevgera balafirên şer rû daye.
Dîsa 15’ê Nîsanê saet di navbera 23:00 - 00:00 de li di navbera Metîna, saet 15:00 û 16’ê Nîsanê saet 05:00, li herêma Zapê di navbera saet 20:00 - 21:00’ê de li herêma Heftanîn pêgerên hewayî yên keşfê geriyane.
LI DÊRSIMÊ KEMÎN
Ji 12’ê Nîsanê ve artêşa Tirk li navçeya Pilûr a Dêrsimê li Mûnzûran, Haramî Dere û Kirk Merdîvanan kemînan datîne.
LI AMEDÊ TEVGERA LEŞKERÎ
Di 15'ê Nîsanê saet di navbera 15:00 - 17:00 de, li derdora qereqola Korxê ya li navçeya Amed Liceyê, tevgera leşkerî zêde bûye.
Ji 14'ê Nîsanê saet di 22:00 heta 15'ê Nîsanê saet di 04:00, cerdevanên artêşa Tirk bi cerdevanên gundê Boşat ê navçeya Amed Farqînê, hejmareke zêde maşînên zirxî û pêgerên hewayî yên bê mirov re, li ser rêya bejahî ya diçe bendava Farqînê ketin kemînê. Tevgera leşkerî ya li herêmê zêde dibe.
LI MÊRDÎN KEŞF, VEGUHASTINA LEŞKERÎ Û OPERASYON
Di 15'ê Nîsanê saet di navbera 15:00 - 17:00 de 12 helîkopterên Skorsky û pêgerên hewayî yên bê mirov li ser qada Zinara ya navçeya Mêrdîn Stewrê keşif kirin. Ev tevgera leşkerî li herêmê zêde bûye.
Li gorî vê yekê; di heman rojê saet di navbera 17:00 - 18:00 de pêgerên hewayî yên bê mirov li herêma di navbera navçeyên Şemrex û Qoserê de keşif kirin.
Di 13'ê Nîsanê de leşkerên Qereqola Qesrîk a navçeya Şemrexê derketin operasyonê û bê encam vegeriyan."
LI QENDÎLÊ TEVGERA KEŞFÊ YA ÎRANÊ
HPG'ê da xuyakirin ku di 15'ê Nîsanê saet di navbera 09:30 - 10:30 de pêgerên hewayî yên bê mirov ên artêşa Îranê li ser herema Qendîlê geriyane û keşif kirine.