Cenazeyê Onen û Şan şandin Bakur

Cenazeyê Onen û Şan ê di teqîna ku ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve li Hewlêrê pêk hat de jiyana xwe ji dest dabûn, ber bi Dêrîka Çiyayê Mazî ve hatin oxirkirin.

Cenazeyê Onen û Şan ê di teqîna ku ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve li Hewlêrê pêk hat de jiyana xwe ji dest dabûn, ber bi Dêrika Çiyayê Mazî ve hatin oxirkirin.

Cenazeyên welatiyên bi navê Bulent Onen û Selahattîn Şan ku duh li teqîna taxa Ewkaw a Hewlêrê de jiyana xwe ji dest dan derbasî Bakurê Kurdistanê hatin kirin. Li gel Namzeda HDP'ê ya Amedê Caglar Demîrel, Hevserokê Rêxistina HDP'ê yê Amedê Omer Onen, Hevşaredarê Silopiya Seyfettîn Aydemîr, hevserok û rêveberên HDP'ê û DBP'ê yên Silopiya, malbata Onen û Şan gelek welatiyan cenaze li ber Deriyê Sînor ê Xabûrê pêşwazî kirin.

Piştî ku cenaze anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Silopiya li vir ji aliyê Dozgeriya Silopiya ve otopsî hat kirin û cenaze ber bi navçeya Dêrikê ya Mêrdîne ve hatin oxirkirin.

Hat zanîn ku cenazeyên Onen û Şan dê sibe li Dêrikê bispêrin axê.