Şervanên YPG/YPJ’ê û Burkah El-Firat ku li eniya başûr li dijî çeteyan operasyonên hevpar lidar dixin, bi daxuyaniyek hevpar gotin ku operasyonên wan heta herêm bi temamî ji çeteyan tê paqijkirin dê bidomin.
Berpirsyarên YPG, YPJ û Burkan El-Firat ên li eniya başûrê Kantona Kobanê, piştî operasyona hevpar ku 10 rojan dom kiribû, li gundê Qirat ê 50 kîlometre dûrî Kobanê ye daxuyaniyek hevbeş dan çapemeniyê.
Di daxuyaniyê de yek ji fermandarên YPG`ê Heqî Kobanê diyar kir ku ev “operesyona tolhildana şehîdan” ji aliyê şervanên YPG/YPJ’ê û tugayên girêdayî Artêşa Azad ve nêzî 10 beriya niha hatiye destpêkirin. Heqî Kobanê destnîşan kir ku opersyonê armancên xwe yên leşkerî, siyasî û neteweyî hene û wiha dom kir: “Armanca operasyonê ew e ku li ser navê biratiya gelan li hemberî çeteyan şer bikin, çeteyên DAIŞ’ê yên ku di bin navê ol, mezheb û qewmiyetê de êrîş dikin ji van deran bavêjin, her wiha kiryarên DAIŞ`ê bidawî bikrin û tola şehîdên gundê Girik şehîd Êvar, Egîd, Demhat, Şiyar û hemû şehîdên azadiyê hilînin.”
Heqî Kobanê axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em wekî YPG û Burkan El-Firat soz didin rêhevalên xwe yên ku ji bo rizgarkirina welat û Suriyeke demokratîk canê xwe feda kirine. Heta ku çeteyek li ser vê axê jiyan bike, dê operesyon bidome.”
Yek ji fermandarên Tugaya Siwar El Reqa ya girêdayî Burka El-Firat Ebo Setof jî wiha axivî: “Em wekî Burkan El-Firat opersyona paqijkirina çeteyên DAIŞ`ê ji herêmên xwe dimeşînin. Di navbera kurd û ereban de ferq nîn e, em hemû birayên hevin. Em ji bo tolhildana şehîdên xwe li hemberî çeteyan û Bexdadî şer dikin. Bexdadî yek ji taximek ji taximên Esed e.”
Li ser navê YPJ’ê jî yek ji fermandaran Engîzek Kobanê axivî û da zanîn ku ew wekî hêza parastina jin ji bo tolhildana şervanên YPJ`ê yên ku di berxwedaniya herêmê û parastina axa xwe canê xwe feda kirine û bi lehengî jiyana xwe ji dest dane şer dikin. Engîzek got: “Em soz didin ruhê wan ku heta çeteyek ji çeteyên DAIŞ`ê li ser vê axê hebe, em ê opersyonê bidomînin û xeta şehîdan bişopînin.”
(aq)