Cenazeyên Bulent Onen û Sadettîn Şan ên di êrîşa bombeyî ya çeteyên DAIŞ'ê ya li bajarê Hewlêrê yê Başûrê Kurdistanê kirin de jiyana xwe ji dest dan, li navçeya Dêrikê ya Mêrdîn bi tevlîbûna bi hezaran welatiyan hatin definkirin.
Cenazeyên Bulent Onen û Sadettîn Şan ên di êrîşa bombeyî ya çeteyên DAIŞ'ê ya li bajarê Hewlêrê yê başûrê Kurdistanê kirin de jiyana xwe ji dest dan, li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê bi tevlîbûna bi hezaran welatiyan hatin definkirin. Cenazeyên duh ji Deriyê Sînor ê Xaburê hatin wergirtin ji bo otopsiyê birin Nexweşxaneya Dewletê ya Silopiyê. Piştî otopsiyê şevê din cenazeyê Onen û Şan ji morga nexweşxaneyê wergirtin û anîn Dêrikê. Piştre bi meşê cenazeyan birin Goristana Şêx Osman a li taxa Bahçelîevlerê. Di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin vekirin û dirûşmên "Şehîd namirin" , "Bijî Kurdistan" hatin berzkirin.
Piştî wecîbeyên olî cenazeyên Onen û Şan hatin definkirin. Apê Bulent Onen, Fuat Onen êrîşa DAIŞ'ê şermezar kir û got ku Şan û Onen şehîdên vî gelî ne.