Tevgera leşkerî dewam dike

Tevgera leşkerî ya artêşa Tirk roj bi roj zêde dibe.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê da xuyakirin, ku tevgera leşkerî ya artêşa Tirk zêde dibe û dewam dike.

Der barê tevgera artêşa Tirk de navendê ev daxuyanî bi raya giştî re parve kir:

"Di 18'ê Nîsanê saet di 23:00 de balafirên şer ên artêşa TC a dagirker li ser herêma Qendîlê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê geriyane. Ev tevgera hewayî li qadên me yên gerîla zêde bûye. Li gorî vê yekê;

Di 18'ê Nîsanê saet di navbera 04:00 - 19:00 de li qada Şehîd Rahîme û saet di navbera 17:00 - 20:00 de li qada Mêrgê yên herêma Avaşînê, saet di navbera 09:00 - 10:00 û 19'ê Nîsanê saet di navbera 01:00 - 11:00 de li herêma Zapê bi pêgerên hewayî yên bê mirov keşif hatiye kirin.

Di 18'ê Nîsanê saet di navbera 14:00 - 15:30 de ji Girê Meymûn ê li sînorê Heftanînê yê di bin kontrola artêşa TC a dagirker de ye, bi çekên giran qada Şehîd Kendal hatiye bombekirin.

Ji 17'ê Nîsanê û pê ve artêşa Tirk li derdora Girê Gundê Melê yê Şirnexê derketiye operasyonê û kemînan datîne."