Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê da xuyakirin, ku piştî hevpeyvîneke endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Dûran Kalkan, ji Berdevkiya Polît Buro ya PDK'ê bi ziman û naverokeke nayê fêmkirin daxuyanî hatiye dayîn û destnîşan kir, ku armanca bilêvkirina gotinên ji aliyê îdeolojîk û siyasî ve bê qîmet in, nayê fêmkirin. KCK'ê diyar kir ku ew ê nekevin nava rageşiya bi şêweyekî nayê fêmkirin hatiye afirandin û got, "Daxuyaniyên Polît Buro û rayedarên PDK'ê, nirxandinên wan ên weke bêdengkirin, nedana axaftin, astegkirina rûdana nêrînên bi vî rengî, destûr nedayîna jiyana nêrînên bi vî rengî ku xetere, ne demokratîk û ji şîroveyan re vekirî ne, eger ne nirxandinên zêdegavî bin, hingî bi rastî jî nirxandinên seyr e. Di demeke ku kongreya neteweyî tê nîqaşkirin de dayîna daxuyaniyên bi vî rengî wê bi kêrî kesî neyê."
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê got, "Piştî nirxandinên endamê Konseya Rêveber hevalê me Dûran Kalkan ên di dema hevpeyvîna a bi qenala MED NÛÇE re, ji Berdevkiya Polît Buro ya PDK'ê bi ziman û naverokeke me wate nedayê, daxuyanî hatin kirin. Armanca nirxandinên ji aliyê îdeolojîk û siyasî ve ti qîmeta xwe nînin ên li hemberî hevalekî me yê zêdeyî çil sal in kedeke mezin daye tevgera me û di asta heyî ya têkoşîna me de xwedî tevkariyeke mezin e, nayê fêmkirin."
'PKK Û PDK JI ALIYÊ ÎDEOLOJÎK Û POLÎTÎKAYÊ VE TEVGERÊN CUDA YÊN SIYASÎ NE'
Di daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê de hat gotin, "PKK û PDK tevgerên siyasî ne ku ji aliyê îdeolojîk û polîtîkayan ve ji hev cuda ne. Xwedî nêrînên cuda, polîtîka û rêbazên cuda yên çareserkirina pirsgirêkan e" û ev xal hat destnîşankirin: "Çawa ku PDK di gelek mijaran de ne xwedî heman nêrînên tevgera me ye, Tevgera me jî ji PDK'ê cuda xwedî nêrîn, polîtîka û pêşniyarên çareserkirina pirsgirêkan e. Rayedar û çapemeniya PDK'ê, nêrîn, polîtîka û pêşniyarên tevgera me yên li ser mijarên cuda, timî rexne dikin. Her wiha car caran li hemberî hevalên di rêveberiya tevgera me de cih digirin daxuyanî û weşanên ji bo xistina ji qewetê dikin. Heta niha em li hemberî hemû nêzîkatiyên bi vî rengî bi xwînsarî û berpirsyarî tevgeriyan. Di demên ku me pêwîstî pê didît daxuyaniyê bidin jî, em di nava exlaqa siyasî û berpirsyariyê de tevgeriyan. Bi hesasiyeteke mezin me hewl da zimanekî tehrîk û dijber dike, bikar neynin. Bi taybetî di demeke ku li gorî pêşketinên li herêmê divê têkiliyên di navbera Kurdan de bi baldarî werin dewamkirin û pêwîstiya komkirina kongreya neteweyî de, li hemberî weşan û nirxandinên nayên qebûlkirin jî me ev helwesta xwe dewam kir. Di nava Kurdan de divê êdî çanda rexnekirin û rexnedayînê bi pêş bikeve. Ev yek wê di heman demê de rê li ber pêşketina hişmendî û çanda demokrasiyê ya di nava Kurdan de veke. Weke tevger, hemû nirxandin û pêşniyarên me di vê çarçoveyê de hatine kirin. Ya rast ew e ku nirxandinên hevalê Dûran Kalkan ê di rêveberiya partiya me de cih digire, bi vê perspektîfê werin nirxandin. Xweranegirtina li rexneyê, ne rast e.
Bêguman nirxandin û pêşniyarên cuda dibin; nirxandin dikarin bên kirin. Lê belê li hemberî bilêvkirina fikir û ramanê, bikaranîna gotina 'tê xwestin ku şerê navxweyî derxîne' bi rastî jî rewşeke matmayî ye. Rewşeke bi vî rengî ku gelê me gelekî pê êşiya ye û naxwaze careke din rû bide, bêyî hebûna sedemekê bilêvkirina wê, li berpirsyariya siyasî ya pêwîstî pê heye, nayê."
'JIYANA DEMOKRATÎK Û AZAD BI NETEWEBÛNA DEMOKRATÎK DIBE'
Daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bi vî rengî dewam kir:
"Teoriyeke Rêber Apo ya bi navê modernîteya demokratîk ku xwe dispêre neteweya demokratîk, konfederalîzma demokratîk û xweseriya demokratîk heye. Tevgera me di çarçoveya vê teoriyê de li hemû bûyeran dinêhire. Lewma zîhniyeta netewe-dewlet û şêweyên bicihanîna wê rexne dike. Neteweya Kurd herî zêde ji vî zîhniyetî zerar dît. Di heman demê de çavkaniya hemû pirsgirêkên îro yên li Rojhilata Navîn, ev feraseta netewe-dewlet e. Ji ber vê yekê, em di wê baweriyê de ne ku di serî de gelê Kurd jiyana demokratîk û azad a gelan, bi netewebûyîna demokratîk pêkane. Ji pratîkên bisînor ên li Ewropayê jî tê fêmkirin, ku ev yek neteweyan û civakan parçe nake, berevajî paradîgmayeke ku wan xurt dike û rê li ber jiyana wekhev û biratiyê ya gelan vedike. Li dû du şerên mezin ên li Ewropayê, kêm be jî bicihhatina tezên Rêber Apo rê li ber aramiyekê vekiriye, di birînên giran ên di navbera gelan de ji gelek aliyan ev pêçandiye.
Tevgera me, ji bo civata me ya Êzidî ku xwedî baweriyeke cuda ye û mîrateyeke mirovahî û dîroka me ye, dixwaze d nava demokrasiya Kurdistanê de xwedî rêveberiyeke cehwerî be û di wê baweriyê de ye ku ev yek wê yekîtiya neteweyî xurt bike. Helwesteke nayê fêmkirin ku ev yek weke hewldana parçekirina Kurdistanê tê nîşandan. Li hemberî her şêwe xeteriyên li ser Kurdistanê, bi hişmendiyeke neteweyî em di nava pozîsyoneke parastina fedaîtî de ne. Lewma em nirxandin bi vî rengî heq nakin.
'WÊ BI KÊRÎ KESÎ NEYÊ'
Xweseriya demokratîk, li şûna netewe dewletê, rêveberiya xwe bi xwe ya di nava demokrasiya tam a bi çand û nasnameya gelên cîran re îfade dike. Bersiva me ya li hemberî rexne û nirxandinên li dijî xweseriya demokratîk, bêguman bi rêbaza nêrîn û nirxandinê ye. Daxuyaniyên Polît Buro û rayedarên PDK'ê, nirxandinên wan ên weke bêdengkirin, nedana axaftin, astegkirina rûdana nêrînên bi vî rengî, destûr nedayîna jiyana nêrînên bi vî rengî ku xetere, ne demokratîk û ji şîroveyan re vekirî ne, eger ne nirxandinên zêdegavî bin, hingî bi rastî jî nirxandinên seyr e. Di demeke ku kongreya neteweyî tê nîqaşkirin de dayîna daxuyaniyên bi vî rengî wê bi kêrî kesî neyê."
'ROJ ROJA PÊKANÎNA KONGREYA NETEWEYÎ YE'
Di demeke ku dijminên Kurdistanê û DAIŞ êrîşî têkoşîna jiyana azad û demokratîk a Kurdan dike de, afirandina rageşiyeke sûnî û ne di cih de, bi vê yekê re afirandina fikar û gumanan di nava gelê me de, careke din nîşan dide ku pêkanîna kongreya neteweyî çiqasî pêwîst û lezgîn e. Kongreya neteweyî ji aliyekî ve wê bibei platformeke çareserkirina pirsgirêkên di navbera partî û tevgerên siyasî de, peydakirina hevpariyan. Roj ne roja bilêvkirina şerê navxweyî ye, roj roja lezandin û bicihanîna xebatên kongreya neteweyî ye.
Weke tevger, em ê nekevin nava rageşiyên ku bi şêweyekî nayê fêmkirin hatiye afirandin. Ji bilî parvekirina nêzîkatî û pêşniyarên xwe yên siyasî di çarçoveyên demokratîk de, em ê nekevin nava ti hewldanan. Mîna duh em ê îro jî helwest û têkoşîna xwe ya ji yekîtî û azadiya gelê Kurd bi xwînsariyeke mezin bidomînin. Di vê dema dîrokî de ji bilî helwesta ji bo berjewendiyên gelê û welatê me û jiyaneke hevpar a gelan di nava demokrasiyê de, ti helwesteke me ya cuda nîne. Em bang li hemû derdorên siyasî dikin ku di nava zîhniyet û nêzîkatiyeke demokratîk de têkiliyên siyasî xurt bikin û bêhtir bi xwînsarî tevbigerin."