Li Kobanê 4 gundên din hatin azadkirin
Hêzên YPG/YPJ û Bûrkan El Firat ên bi operasyonan Kantona Kobanê ji çeteyên DAIŞ'ê paqij dikin, li başûrrojhilatê Kobanê 4 gundên din azad kirin.

Li gorî nûçeya ANHA'yê, hêzên YPG/YPJ'ê û şervanên Bûrkan El-Firat di çarçoveya operasyona ku sê roj berê li herêma başûrrojhilat Kobanê dabûn destpêkirin îro rêze çalakî lidar xistin.
Di van çalakiyên ku danê sibehê destpêkirin de gundên ku sê ji wan bi navê Qerat in û gundekî din bi navê Serêkaniyê hatine rizgarkirin. Her çar gundên hatine rizgarkirin 55 kîlometre li başûrrojhilatê Kobanê ne. Piştî rizgarkirina gundan paqijkirina mayînên ku çeteyan di gundan de bi cih kirine hate destpêkirin.
Niha li herêmê bê dengî heye.