Cenazeyên şervanên YPG’ê Yilmaz û Esen şandin warê wan
Cenazeyên şervanên YPG’ê Firat Yilmaz (Erdal Garzan) û Mahmut Esen (Şoreş Çirav) ên ku di operasyonên YPG’ê yên li dijî çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dan, ber bi warê wan ve bi rê kirin.

Cenazeyê şervanên YPG’ê Firat Yilmaz (Erdal Garzan) ê ku duh di pevçûna di encama operasyona YPG’ê ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê li Kobanê hate destpêkirin de jiyana xwe ji dest da û Mahmut Esen (Şoreş Çirav) ê ku roja pêr li gundê Şêxê jiyana xwe ji dest da, li Deriyê Sînor ê Mûrşîtpinarê ji aliyê malbat û rêveberên MEYA-DER’ê ve, ji rayedarên Kantona Kobanê hatin wergirtin. Cenazeyê Yilmaz û Esen li taxa Alîgorê ya Pirsûsê ji aliyê hezaran ve hatin pêşwazîkirin.
Cenaze bi dirûşmên “Şehîd Namirin”, “Ey şehîd rêya te rêya me ye” û “Bijî Serok Apo” anîn Saziya Tiba Edlî ya Rihayê. Piştî karûbarên otopsiyê cenaze hatin wergirtin û bi dirûşimên “Bijî Berxwedana YPG/YPJ’ê” û “Şehîd Namirin” şandin Sêrt û Edeneyê.
Hate ragihandin ku wê cenazeyê Yilmaz li Goristana Asri ya navçeya Ceyhan a Edeneyê û yê Esen jî li Goristana Zewyê ya navenda Sêrtê bispêrin axê.