Hevserokên Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik û Besê Hozat destnîşan kirin, ku hilbijartinên 7'ê Hezîranê wê di navbera AKP û HDP'ê derbas bibin û ji bo diyarkirina pêşeroja Tirkiyeyê xwedî girîngiyeke mezin in.
Hevserokên Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik û Besê Hozat, di televîzyona MED NÛÇE de ji Bakî Gul re axivîn.
Bayik da xuyakirin ku ev hilbijartin naşibe hilbijartinên beriya niha yên li Tirkiyeyê û anî ziman ku ev hilbijartin xwedî qîmeteke stratejîk e. Bayik got, "Ji ber ku li Tirkiyeyê pirsgirêkeke gelekî cidî ya destûra bingehîn heye. Divê destûra bingehîn a nû were avakirin. Wê bibe hilbijartineke ku pêşeroja Tirkiyeyê destnîşan dike. Lewma gelekî girîng e. Ji aliyekî ve tê wateya hilbijartina rejîmê. Tirkiye wê ber bi dîktatoriyê ve biçe yan jî demokratîkbûyînê ve? Ev hilbijartin, hilbijartina vê ye. Ji ber vê yekê hilbijartin wê di navbera hemû partiyan de derbas nebe. Ji aliyê bingehîn ve wê di navbera AKP û HDP'ê de derbas bibe."
YA DÎKTATORÎ YAN JÎ TIRKIYEYA DEMOKRATÎK
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik diyar kir ku ya Tiriyeya nû diyar bike ev yek e û ragihand, ku di rojeva partiyên din de avakirina Tirkiyeyeke nû nîne. Bayik da zanîn ku di vê hilbijartinê de wê rêya pêşeroja Tirkiyeyê were diyarkirin û got, "Ji ber ku AKP bi bernameya 'Tirkiyeya Nû' derdikeve pêşberî raya giştî. HDP jî derdikeve pêşberî raya giştî. AKP dixwaze sîstemê biguherîne, sîstema serokatiyê bîne û li ser vê bingehê desthilatdariya xwe xurt bike, biv ê sîstemê re li Tirkiyeyê dîktatoriyê bide rûniştandin. HDP jî bernameya xwe ya 'Tirkiyeya Nû' dixwaze li ser bingeha demokratîkbûyîna Tirkiyeyê û çareseriya pirsgirêka Kurd bi pêş bixîne. Dixwaze li ser bingeha demokratîkbûyînê Tirkiyeyê bi temamî ji nû ve rêk û pêk bike. Lewma ev hilbijartin wê di navbera van her du partiyan de derbas bibe."
Bayik helwesta Tevgera Azadiyê ya Kurd jî bi vî rengî rave kir: "Helwesta tevgera azadiyê ew e ku hêzên demokrasiyê derbasî parlamentê bibe. Ji xwe ev yek tifaqeke gelekî berfireh e. Ji berê ve têkoşîneke hêzên demokrasiyê yên li Tirkiyeyê û encameke bi xwe re aniye heye. Lê belê ev li şûna xwe nehatiye rûniştandin. Bi van hilbijartinan re eger hêzên demokrasiyê yên li Tirkiyeyê derbasî parlamentê bibin, ev nirxên hatine afirandin wê karibin li cihekî were bicihkirin. Hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê wê di şekildana Tirkiyeya nû de roleke girîng bilîzin. Ji ber vê yekê Rêber Apo ji bo xurtkirina destê hêzên demokrasiyê, pêngavên siyasî avêt. Ev pêngav jî gelekî bi bandor in. Hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê niha bi tifaqeke gelekî berfireh re di bin sîwanê HDP'ê de civiyane. Tê gotin ku ev hêz di hilbijartinê de dikarin surprîzekê bikin. Ku ev yek wê bibe gaveke diyarkirina çarenûsa Tirkiyeyê. Lewma girîng e."
BI SERKETINA HDP'Ê RE WÊ TEVAHIYA CIVAKA TIRKIYEYÊ QEZENÇ BIKE
Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat jî ku HDP û AKP dikevin hilbijartinan û got, "Yanî hilbijartina 2 partiyan e. Ya ku pêşeroja Tirkiyeyê û AKP'ê diyar bike HDP ye, ne partiyeke din e. HDP bi xwe ye. Lîsteya heyî ya HDP'ê hemû beşên civaka Tirkiyeyê di nava xwe de vedihewîne. Temsîliyeteke gelekî cidî ya Elewiyan heye. Elewî dikevin Meclîsê. Temsîliyeteke cidî ya Ermeniyan heye. Suryanî, Elewiyên Ereb jî bi heman rengî tên temsîlkirin. Êzidî hene. Derdorên demokratîk ên çep hene. Misilmanên antî kapîtalîst hene. Derdorên Îslamî yên demokratîk hene. Lewma HDP bi lîsteyeke ku tevahiya civakê hembêz dike, dikeve hilbijartinê. Ev hilbijartin, di kesayetiya HDP'ê de wê hilbijartina pêşbaziya demokratîk a civaka Tirkiyeyê be. Ez bawerim ku di vê hilbijartinê de wê HDP qezenç bike û bi HDP'ê re tevahiya civak û gelên Tirkiyeyê, jin, Elewî û hemû civatên din ên baweriyan wê qezenç bikin. Pêvajoya destpê dike, dikare vê yekê biafirîne. Ev hilbijartin wê siyaseta demokratîk biafirîne. HDP wê siyaseta demokratîk di vê hilbijartinê de bi serketinê re tacîdar bike. Yanî hemû gel wê qezenç bikin."
HIŞYARIYA LI SER PROVOKASYONÊN AKP'Ê YÊN HILBIJARTINÊ!
Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat anî ziman ku bi serketina HDP'ê re her kes wê bêhnê vede û di dewama axaftina xwe de hişyariyek da. Hozat da xuyakirin ku AKP wê di vê hibijartinê de serî li gelek fen, xefik, provokasyon û komployan bide û bal kişand ser provokasyona Agirî ya di 11'ê Nîsanê de qewimî.
Hozat diyar kir ku ji bo HDP di binê bendê de bê hiştin AKP wê bi saziyên şerê taybet ê li Tirkiyeyê re -niha Gladio di dewreyê de ye- bikeve nava gelek hewldanan.
Xozat destnîşan kir ku divê ti kes nekeve nava xemsariyan û li hemberî hemû provokasyon û komployên AKP'ê hişyar bin. Hozat got, "Dengê her kesî gelekî bi qîmet û giranbuha ye."
HILBIJARTINÊN 7'Ê HEZÎRANÊ JI BO YEKÎTIYA NETEWEYÎ ŞENSEKE MEZIN E
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik jî da zanîn ku HDP'ê niha li Kurdistanê rê li ber yekîtiyeke xurt a neteweyî vekiriye û anî ziman ku ev yek di lîsteyan de tê dîtin. Bayik bal kişand ser meylên cuda yên li Kurdistanê û got, "Nûnerên van meylan bi nasnameyên xwe cihê xwe di nava hilbijartinê de digirin. Derdorên Îslamî hene, derdorên çep hene. Derdorên demokrat, derdorên lîberal hene. Ev hemû di lîsteya HDP'ê de li cihên karibin werin hilbijartin hatine bicihkirin. Ev yek nîşan dide ku li Kurdistanê yekîtiya neteweyî pêk hatiye."
GELÊ KURD DIVÊ LI HER DEVERÊ MÎNA SERKETINA KOBANÊ XWE JI BO 7'Ê HEZÎRANÊ AMADE BIKE
Bayik da xuyakirin ku divê gelê Kurd û hemû hêzên demokrasiyê ji bo serketina HDP'ê bi awayekî awarte bixebitin û got, "Çawa ku li Şengalê, çawa ku li Kobanê dijmin bi xurtî hat têkbirin, divê bi heman rêbaza têkbirina dijmin xebat werin meşandin. Bi şev û roj divê xwe bigihînin her kesî û her kesî seferber bike. Dengekî bi tenê jî gelekî girîng û bi qîmet e. Bi vê bîr û baweriyê girîng e xebat bê meşandin.
GELÊ KURD Ê LI EWROPAYÊ GIRÎNG E JI BO SERKETINÊ BIXEBITE
Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat bal kişand ser girîngî û rola Kurdistanî û Tirkiyeyiyên li Ewropayê ya di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de û got, "Gelê me yê li Ewropayê, derdorên demokratîk ên koçî Ewropayê kirine, divê vê hilbijartinê were hilbijartina xwe bibînin. Ya ku li Tirkiyeyê nîne demokrasî ye. Ya ku demokrasiyê bîne Tirkiyeyê jî HDP ye. Serketina HDP'ê serketina demokrasiyê û serketina gelên Tirkiyeyê ye."