HPG: Yên zerarê didin xwezaya Kurdistanê wê werin cezakirin

Fermandariya HPG'ê ya Eyaleta Xerzanê, bal kişand ser birîna darên li herêmê û destnîşan kir ku yên zerarê didin xwezaya Kurdistanê wê werin cezakirin.

Fermandariya HPG'ê ya Eyaleta Xerzanê, der barê birîna darên li herêmê de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de Fermandariyê got, "Li gundên Kazdag, Tixwê, Şixot, Hakina, Koloyî û Faris ên ser bi navçeya Bedlîs Motkî, li navenda Norşîn û gundên Balaka, Sez, Buryan, Morx, Avzit, Zilket, Xismêr û Nokê yên Norşînê, li deşta Mûşê û gundên derdora wê dar tên birîn. Em bang li gelê xwe yê li herêmê dikin ku li hemberî birîna daran hestyar be û li hemberî zîhniyeta ku di bin navê bazirganiyê de hewl dide xwezaya Kurdistanê tine bike, tedbîran bigire. Girîng e gelê me yê li herêmê neyê van lîstikan. Zerardayîna li dar û daristanan sûc e. Eger birîna daran dewam bike, yên ev sûc kirine, wê ji ber zerardayîna xwezaya Kurdistanê bên cezakirin."