NCDK a Orebro kongreya xwe lidar xist

Kurdistaniyên li bajarê Swêd Orebro dijîn duh li hev kom bûn û kongreya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) li Orebro lidar xist. Kurdistaniyan rêveberên xwe yên nû hilbijartin.

Kurdistaniyên li bajarê Swêd Orebro dijîn duh li hev kom bûn û kongreya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) li Orebro lidar xist. Kurdistaniyan rêveberên xwe yên nû hilbijartin.

Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên şoreşê, ji Partiya Keskan a Kurdistan Aso Zend, ji Partiya Kedkaran a Kurdistanê Şerzad Keremî û Hunermend Seîd Fetah ên ji bo kongreyê hatibûn vexwendin bi kurtî axivîn û beşdar silav kirin. Piştre xebatên dema bihurî hatin nirxandin.

Piştî xwendin û nîqaşkirina rapora xebatê, rewş û bûyerên li Rojava û Bakurê Kurdistanê hatin nirxandin. Axaftvanan bibîr xistin ku HDP yekemcar weke partî tevlî hilbijartinan dibe û destnîşan kir ku ji bo HDP benda ji sedî 10'an derbas bike divê li Orebro û derdora wê xebatên hilbijartinê werin xurtkirin.

Axaftvanan ragihandin ku êrîşên DAIŞ'ê yên li hemberî Rojava dewam dikin û bal kişandin ser girîngiya destekkirina xebatên ji bo ji nû ve avakirina Kobanê.

Di kongreyê de rêveberiya ji 52 kesan hat hilbijartin û ji bo Hevserokatiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Orebroyê jî Esma Kasim û Ridvan Altûn hatin hilbijartin.