Ji ber derziya gardiyan lê xist lingê xwe winda kir

Girtî Zekî Çelîk, ji ber derziya gardiyanê girtîgehê lê xist lingê xwe yê çepê winda kir. Tedawiya wî jî ji aliyê îdareya girtîgehê û jendermeyan ve hat astengkirin.

Girtî Zekî Çelîk, ji ber derziya gardiyanê girtîgehê lê xist lingê xwe yê çepê winda kir. Tedawiya wî jî ji aliyê îdareya girtîgehê û jendermeyan ve hat astengkirin.

Zekî Çelîk ê di sala 2013'an de di çarçoveya operasyonên 'KCK'ê de li Şirnexê hat girtin û li girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê hat bicihkirin, ji ber nexweşiya taqurî ya li girtîgehê lê der bû, li revîna girtîgehê derzî jê re hat dayîn. Çelîk ku ji bo derziyan her roj derdiket revîrê, li şûna wezîfedarên tenduristiyê gardiyan derzî lê xist û ji ber vê yekê lingê xwe yê çepê winda kir. Tedawiya Çelîk a li nexweşxaneyê jî hem ji aliyê rêveberiya girtîgehê hem jî ji aliyê çawişê pispor û wezîfedarên tenduristiyê ve di nîvî de hat hiştin.

Zekî Çelîk ê di vê demê de ji doza KCK'ê hat berdan, lê belê ji ber cezayekî din ê sûcê edlî careke din hat girtin û ji girtîgeha Mêrdînê ew şandin girtîgeha nîv vekirî ya Şirnexê.

Çelîk ku hînê li girtîgeha Şirnexê tê ragirtin û got, "Bila hesap ji berpirsyarên bûn sedema windakirina lingê min, were pirsîn. Ez ê têkoşîna hiqûqî bidim destpêkirin." Çelîk anî ziman ku di nava şert û mercên girtîgehê de bersiv ji pêwîstiyên wî re nayê dayîn û xwest, bê berdan.

'GARDIYAN BI ZORÊ DERZÎ LÊ XIST'

Zekî Çelîk anî ziman ku di operasyonên di bin navê 'KCK'ê de hatin meşandin de bi hinceta endamê ciwanên KCK'ê ye di 5'ê Çileya 2015'an de hat girtin û diyar kir ku ji ber nexweşiya taquriya ji piştê ew derketiye revîrê û doktorê li revîrê ji bo şewtê bişikîne derzî daye wî. Çelîk da xuyakirin ku ji bo derziyan bi awayekî rêk û pêk bike derketiye revîrê û ragihand ku di çûyîna dawî ya revînê ya 9'ê Nîsanê de doktor li wir ne amade bûn. Çelîk got, "Wezîfedar li şûna bangkirina li personelê tenduristiyê, bang li gardiyanekî jê re digotin 'xoce' kirin. Ez li dij derketim ku gardiyan derziyê li min nexîne, lê ji min re got 'tişta nebe min berê gelek caran derzî lê da' û derzî li min da."

TEDAWÎ HAT ASTENGKIRIN

Çelîk da xuyakirin ku bi lêdana derziyê re şewteke dijwar ketiye bedena wî û li gel vê êşa giran ew xistiye koxûşê. Çelîk got, "Hevalên min bang li gardiyanan kirin û xwestin bi lezgînî min bibin nexweşxaneyê. Lê belê gardiyanan qebûl nekirin û ez nebirin nexweşxaneyê. Danê sibehê li ser israra hevalên min birin cem doktorê li girtîgehê û doktor ez sewqî beşa cerahiya mejî ya nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê kir."

DOKTORÊ NÎJADPEREST MÛAYENE NEKIR

Çelîk da xuyakirin ku rêveberiya girtîgehê rapora sewqkirina wî bicih neaniye û got, "Rêveberiya girtîgehê 45 rojan biryara doktor a sewqkirinê bicih neanî û ez nebir nexweşxaneyê. Piştî demekê nexweşiya min giran bû. Gava min birin nexweşxaneyê jî, ez li nîjadperestiya doktorê cerahiyê mejî hatim. Doktor li şûna EMG a bi derzî, jelek da min û ez şand nexweşxaneyê."

'LINGÊ MIN BI TEMAMÎ PÛÇ BÛ'

Çelîk ragihand ku ew mehekê li koxûşê maye û bi ti awayî nehatiye tedawîkirin û anî ziman ku di vê demê de lingê wî yê çepê pûç bûye û bi temamî wina kiriye.

Çelîk da xuyakirin ku psîkolojiya wî xera bûye, dinya bi serê wî de hilweşiya ye û got, "Rêveberiya girtîgehê careke din ez sewqî beşa cerahiya mejî ya Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê kir. Ji Mêrdînê jî min şandin Nexweşxaneya Lêkolînê ya Amedê û ji wir jî vegerin li girtîgehê. Piştî 15 rojan li beşa Fîzîkê ya Nexweşxaneya Lêkolînê ya Amedê tedawiya min destpê kir."

Çelîk da zanîn li Nexweşxaneya Lêkolînê ya Amedê bi mûayeneya EMG re teşhîsa 'birîndariya rehê Perîferîk' hatiye kirin û anî ziman ku lingê wî bersiv nedaye tedawiyê.

Çelîk da xuyakirin ku dema tedawiyê de çawişê pispor ê li girtîgehê wezîfedar bi wezîfedarên tenduristiyê yên li beşa tedawiya fîzîkî re li hev kiriye, tedawiya wî di nîvî de hiştiye û ew vegerandiye girtîgehê.

JI ÎHD A MÊRDÎNÊ DAXWAZA ALÎKARIYÊ KIR

Çelîk der barê rewşa xwe ya tenduristiyê de agahî da ÎHD'ê û got, "Ji ber tedawiya şaş a li girtîgehê min lingê xwe winda kir. Ez dixwazim hesap ji berpirsyaran were pirsîn. Nikarim pêwîstiyên xwe yên şexsî bicih bînim, dixwazim berpirsyar werin darizandin û min ji girtîgehê derxînin. Dixwazim ÎHD a Mêrdînê pêvajoya hiqûqî bide destpêkirin."

...