Gerîlayên ARGK û YPG'ê hatin bîranîn

Gerîlayên ARGK'ê Mûsa Kolanç (Dilxwaz), Abdûllah Yildiz (Şahîn Çiya), Bahattîn Yalçin (Xebat Sîlvan) ên demên cuda de jiyana xwe ji dest dan û şervanê YPG'ê Mazlûm Yildirim (Koçer) ê li Kobanê jiyana xwe ji dest da, li Essenê hatin bîranîn.

Gerîlayên ARGK'ê Mûsa Kolanç (Dilxwaz), Abdûllah Yildiz (Şahîn Çiya), Bahattîn Yalçin (Xebat Sîlvan) ên demên cuda de jiyana xwe ji dest dan û şervanê YPG'ê Mazlûm Yildirim (Koçer) ê li Kobanê jiyana xwe ji dest da, li bajarê Elmanya Essenê hatin bîranîn.

Piştî ku Komîteya Piştgiriya Malbatên Şehîdan nasnameya gerîla Mûsa Kolanç (Dilxwaz), Abdûllah Yildiz (Şahîn Çiya), Bahattîn Yalçin (Xebat Sîlvan) aşkera kir, li bajarê Elmanya Essenê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd merasîmeke bîranînê hat lidarxistin. 

Di merasîmê de şervanê YPG'ê Mazlûm Yildirim (Koçer) ê çend meh berê li Kobanê jiyana xwe ji dest da jî hat bîranîn. Di çalakiya ku bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê destpê kir û malbatên gerîlayên jiyana xwe ji dest dan lê amade bûn de, li ser navê KOMAW'ê Mehmet Cebe axivî. Cebe destnîşan kir ku ew van destketiyên heyî deyndarê van mirovan e û got, "Di dîroka Kurdistanê de van ciwanan careke din dîrok nivîsandin. Eger îro li Kurdistanê destketiyek derketibe holê, ev yek bi berdêlên ji aliyê van ciwanan ve hatine dayîn, derketiye holê. Em deyndarê van hevalan e. Her wiha eger li Kobanê dîrok hatibe nivîsandin bi xwîna van hevalan hatiye nivîsandin. Divê em hemû xwedî li van derkevin."

'PÊWÎSTE HER KES XWEDÎ LI ŞEHÎDAN DERKEVIN'

Piştre birazê Mûsa Kolanç Adnan Kolanç peyivî û got, "Em tevahiya şehîdên Kurdistanê bi rêzdarî bibîr tînin. Divê xwedî li bîranîna şehîdan were derketin."

Li ser navê malbata Mazlûm Yildirim jî Faqîde Kaya axivî û anî ziman ku gora zarokên wan jî nîne û got, "Pêwîste her kes xwedî li doz û xwe derkeve. Me bi hezaran şehîd dan, êşa me hemûyan yek e. Hûn hemû bi xêr hatine."

...