Suryanî wê cara yekemîn Qirkirinê protesto bikin
Suryaniyên li Mêrdînê, ji bo qirkirina di navbera salên 1914-1915'an de protesto bikin, wê di dîroka Komarê de yekemcar li Mêrdînê xwepêşandanê lidar bixin.
Suryaniyên li Mêrdînê, ji bo qirkirina di navbera salên 1914-1915'an de protesto bikin, wê di dîroka Komarê de yekemcar li Mêrdînê xwepêşandanê lidar bixin.
Suryaniyên li Mêrdînê, ji bo qirkirina di navbera salên 1914-1915'an de protesto bikin, wê di dîroka Komarê de yekemcar li Mêrdînê xwepêşandanê lidar bixin. Suryanî ji ber salvegera qirkirinê, ji bo her salê saetek wê bi giştî 100 saetan bikevin greva birçîbûnê û di 24'ê Nîsanê de meşekê organîze bikin. Serokê Komeleya Yekîtiya Suryaniyan Yûhanna Aktaş ji ANF'ê re peyivî û diyar kir ku ew dixwazin Tirkiye bi paşeroja xwe re rû bi rû bimîne û qirkirinê nas bike.
Suryanî wê yekemcar li Tirkiyeyê ji bo qirkirinê greva birçîbûnê û meşê lidar bixin. Greva birçîbûnê ya ji 100 saetan wê di 19'ê Nîsanê de destpê bike. Di 24'ê nîsanê de jî wê li Mîdyatê bi meşekê qirkirin were protestokirin.
Serokê Komeleya Yekîtiya Suryaniyan Yûhanna Aktaş da xuyakrin cara yekê ye ew çalakiyeke bi vî rengî lidar dixin û anî ziman ku Suryaniyên hatine tepisandin û çavtirsandin, di tevahiya dîroka Komarê de wê gaveke nû biavêjin.
Aktaş da zanîn ku ji ber 100. salvegera qirkirinê ew ê heta 24'ê Nîsanê di greva birçîbûnê de bin û ji bo her salê saetekê bi giştî 100 saetan di greva birçîbûnê de bin.
PAÇÊ REŞ Û SPÎ WÊ LI AVAHIYÊN ŞAREDARIYAN BÊ DALIQANDIN
Aktaş da xyakirin ku bi meha Nîsanê re, ji bo vegotina bûyerên di salên 1914-1915'an de qewimîne wan dest bi lidarxistin konferans û civînan kirine û ev çalakiyên wan dewam dikin. Aktaş got, "Ev ê dewam bike. Her wiha em ê serî li hemû şaredariyên herêmê bidin ku ji bo rojekê yan jî du rojan paçê reş û spî yê bi nivîsa "Dawî li înkarkirina qirkirinê bînin, qirkirinê nas bikin" daliqînin. Em ê hem ji şaredariyên di destê DBP'ê de ne, hem jî ji şaredariyên di destê partiyên din de ne, vê rica bikin."
Ataş ragihand ku 1915'an bi tenê weke qirkirina Ermeniyan tê naskirin, lê belê di 1914 û 1915'an de Suryanî li herêmê bi awayekî komî hatine qetilkirin. Aktaş da xuyakirin ku biryara lîderê rûhanî yê cîhana Xiristiyanan û Parlamenta Ewropayê ya naskirina Qirkirina Ermeniyan rast û di cih de ye û got, "Dereng be jî ji ber naskirina bûyereke tê zanîn, em kêfxweş bûn. Bûyereke di rêveçûna dîrokê de qewimiye ye û hûn nikarin vê ji nedîtî ve bên. Nerazîbûnên li biryara naskirina Qirkirinê jî, bi awayekî zarokane ne. Em neçarin bi dîroka xwe re rû bi rû bimînin."
LI GUNDÊ BERXWEDANÊ MEŞA MEZIN
Serokê Komeleya Yekîtiya Suryaniyan Yûhanna Aktaş da uyakirin ku di çarçoveya çalakiyên bîranîna qirkirinê de wê di meha Hezîran an jî Tîrmehê de bi beşdariya Suryaniyên li hundir û derveyî welêt, wê li gundê Înwardo yê Mîdyatê meşeke girseyî were lidarxistin.
Aktaş diyar kir ku Suryaniyên ji Qirkirina 1915'an reviyane xwe li gundê Înwardo girtine û hînê li dîwarê dêrê guleyên hatine reşandin hene û got, "Vî gundî di wê demê de Suryanî rizgar kir. Ji bo me gelekî girîng e, di heman demê de weke keleha berxwedanê ye. Em ê li vir meşekê lidar bixin. Me biryar da ku van çalakiyên xwe her sal bi awayekî rêk û pêk lidar bixin."