Li başûrê Kobanê li dijî çeteyan operasyoneke nû

Navenda Ragihandina YPG’ê diyar kir ku li başûrê Kobanê operasyoneke nû dane destpêkirin, di şer û pevçûnên şevê din de 13 çete hatin kuştin, gundên Qirat, Qirata Kurda û Resûleyn ji çeteyan hatine paqijkirin.

YPG’ê diyar kir ku berxwedana Kobanê ya li hember hewldana dagirkeriya rexistina terorî ya DAIŞ'ê tê meşandin ket roja 216'emîn. Navenda Ragihandina YPG’ê diyar kir ku li başûrê Kobanê operasyoneke nû dane destpêkirin, di şer û pevçûnên şevê din de 13 çete hatin kuştin, gundên Qirat, Qirata Kurda û Resûleyn ji çeteyan hatine paqijkirin.

YPG’ê di daxuyaniya xwe de got, “Şevê din hêzên me li başûrê Kobanê, li qadên di bin dagirkeriyê çeteyên DAIŞ'ê de ne operasyonek nû li dar xistin. Hêzên me di demeke kurt de gundên Qirat, Qirata Kurda û Resûleyn ên ku li heman qadê ne ji çeteyan paqijkirin û gihandin azadiya xwe. Di pevçûnên li van gundan de bi qasî hatiye zelalkirin 13 çete hatin kuştin.

Hêzên me li nêzî gundê Sepeta Ereban a ku dikeve başûrê Kobanê êrîşek li dar xistin. Di vê êrîşê de wesayîtek a çeteyan doçka barkirî tevî çeteyên di nav de hat rûxandin. Hejmara kuştî û birîndarên di vê êrîşê de nehatiye zelalkirin.

YPG’ê da xuyakirin ku pevçûnên li hember komên çeteyan yên li ser sînorên rojavayê Kantona Cizîrê berdewam dikin.

YPG’ê têkildarî mijarê ev agahî da: “Îro dane sibehê çeteyên DAIŞ'ê li hember gundê Til Midan a dikeve 18 km başûrrojavayê Serêkaniyê hewl dan bi wesayîtek bombebarkirî êrîşekê li dar bixin. Bi mudexaleya hêzên me wesayît beriya bigihê çeperên hêzên me di nava çeteyan de hat rûxandin. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan nehatiye zelalkirin."