Civîna Genel Îş Dêrsim pêk hat
Şaxa Sendîkaya Genel Îş a Dêrsimê ya girêdayî Sendîkaya Karkeran a Şoreşger 6. Civîna xwe ya Awerte pêk anî.
Şaxa Sendîkaya Genel Îş a Dêrsimê ya girêdayî Sendîkaya Karkeran a Şoreşger 6. Civîna xwe ya Awerte pêk anî.
Şaxa Sendîkaya Genel Îş a Dêrsimê ya girêdayî Sendîkaya Karkeran a Şoreşger 6. Civîna xwe ya Awerte pêk anî. Namzeta Parlamenteriyê ya HDP’ê ya Dêrsimê Edîbe Şahîn di civînê de got, “Em ê di vê jiyana xwe nû de meclîsên xwe yên gel ava bikin û jiyana xwe ji nû ve ava bikin.”
Di civîna ku li Salona Konferansê ya Şaredariyê pêk hat, Hevşaredarên Dêrsimê Mehmet Alî Bûl û Nûrhayat Altun, alîkarê hevşaredaran Huseyin Tunç, Namzeta HDP’ê ya Dêrsimê Edîbe Şahîn, Serok û nûnerên Sendîkaya Genel Îş a DÎSK, partiyên siyasî û nûnerên Saziyên Civaka Sivîl amade bûn.
EDÎBE ŞAHÎN: ‘EM HEMÛ KEDKAR, KARKER IN’
Namzeta HDP’ê ya Parlamenteriyê Edîbe Şahîn a di civînê de axaftineke kurt kir diyar kir di vê rêyê de demeke dirêj têkoşiyane û li hember kesên di têkoşîna sendîkayê jiyana xwe ji dest dane, berdêl dane bi rêz bejna xwe ditewînin. Şahîn axaftina xwe wiha dewam kir: “Em hemû kedkar, karker in û bi hev re dixebitin. Wê demê em ê soza xwe pêk bînin. Em ê biryarên xwe bi hev re bidin. Em ê birayên xwe jî bi hev re bigirin… Em ê di vê jiyana xwe nû de meclîsên xwe yên gel ava bikin û jiyana xwe ji nû ve ava bikin.”
Hevşaredarê Dêrsimê Mehmet Alî Bûl jî got ku di jiyana nû ya HDP’ê de wê kedkar hê bihêztir bin û di 8’ê Hezîranê de wê jiyaneke ronak watedar bibe.
Piştî axaftinan ji ber keda daye Serokê Sendîkaya Genel Îş a DÎSK plaket wergirt. 115 delegeyan ji bo serokatiya sendîkayê û rêveberiya wê serok û endamên rêveberiyê hilbijartin.