Cenazeyên sê şervanan li Kobanê spartin axê

Cenazeyên şervanên YPG`ê û YPJ´ê Bêrîvan Hesen (Dicle Cûdî), Mazlûm Îsmaîl (Mazlûm Helinc) û Serhed Baz ên di meha nîsanê de di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest dane , bi merasîmeke girseyî hatin oxirkirin.

Cenazeyên şervanên YPG`ê û YPJ´ê Bêrîvan Hesen (Dicle Cûdî), Mazlûm Îsmaîl (Mazlûm Helinc) û Serhed Baz ên di meha nîsanê de di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest dane , bi merasîmeke girseyî hatin oxirkirin.

Şervanê YPG`ê Mazlûm Îsmaîl (Mazlûm Helinc) di 17`ê nîsanê, şervana YPJ´ Bêrîvan Hesen (DIcle Cûdî) di 16`ê nîsanê de û şervanê YPG´ê Serhed Baz di berxwedana Girê Hecî yê dikeve başûrê herêma Kobanê de jiyana xwe ji dest dane. Cenazeyên her sê şervanan îro seat di 15.00`an de ji aliyê sedan kesan ve ji Saziya Malbatên Şehîdan hatin wergirtin û ber bi goristanê de ve hate oxirkirin.

Girseya ku wêneyên tekoşeran, alên Kurdî û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vekirin û bê navber  dirûşimên dilsoziya bi tekoşeran re qêriyan bi karwanekî ji tirimpêlan ber bi goristanê ve bi rê ketin.

Li goristanê merasîm hate lidarxistin. Merasîm bi rêzgirtinê destpê kir. Piştre li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Arif Balî axivî û sersaxî ji malbata cangoriyan û gelê Kobanê re xwest. Balî, di axaftina xwe de diyar kir ku wan şervanan li ser şopa rêhevalên xwe yên berê meşiyane û axaftina xwe wiha dom kir: “Hersê şehîdên ku em îro li pêşberî wan in, di dibistana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li ser fikir û ramanên azad meşiyane. Ew herî dawiyê bi qehremanî tevlî berxwedana Operesyona Dilsoziya bi Şehîd Herdem û Agirî bûn û bi lehengî şer kirin heya gihiştin şehadetê.”

Di berdewama merasîmê de li ser navê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Ayşe Efendî axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan û şervanên YPG/YPJ`ê re xwest. Efendî, diyar kir ku di oxira parastina vê axê de heya vê kêliyê bi dehan ji ciwanên kurdistanê jiyana xwe ji dest dan û wiha gotinên xwe domandin: “Em îro li beramberî gorên şehîdan li goristana şehîd Dijle sekinîne.  Heya vê kêliyê  xwesteka dijmin ew bû ku bihêle em serî jê re bitewînin û bêyî hêz û moral bimînin. Rast e em di demeke zehmet de derbas bûn, lê belê weke dayîk û gelê Rojava û bi taybet ê Kobanê dema me di şoreşa azadiyê de gav avêtin me biryara serkeftin û destekdayîna şehîd û şoreşgeran dabû. Niha jî em di hizûra van darbestên şehîdan de soz û biryara xwe nû dikin.”

Herdu axaftvanan, bang li ciwanên kobanî yên li derveyî welat kirin ku vegerin û di pêngava rizgarkirin û parastina axa xwe de cih bigrin.

Piştî axaftinan welatiyan cenazeyên hersê şehîdan rakirin ser milan û spartin axê.