Şervanê YPG’ê Esen ji aliyê hezaran ve hat oxirkirin
Cenazeyê Şervanê YPG'ê Mahmut Esen (Şoreş Çirav) ê li Kobanê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da li Sêrtê bi tevlîbûna hezaran kesan hate definkirin.
ANF
SÊRT
yekşem, 19 avrêlê 2015, 15:13
Cenazeyê Şervanê YPG'ê Mahmut Esen (Şoreş Çirav) ê ku li Kobanê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da li Sêrtê bi tevlîbûna hezaran kesan hate definkirin.
Cenazeyê Şervanê YPG'ê Mahmut Esen (Şoreş Çirav) ê ku li Kobanê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê jiyana xwe ji dest da li Sêrtê bi merasîma zêdehî hezaran kes tevlîbûn hate definkirin. Cenazeyê Esen li Petrola Çîçek a navçeya Misircê ya Sêrtê ji aliyê rêveberên MEYA-DER, namzetên HDP'ê yên Sêrtê, hevşaredarên herêmê û gelek kesên din ve hate pêşwazîkriin û bi konvoyekî qelebalik birin ber avahiya DBP'ê ya Sêrtê. Cenazeyê Esen li vir bi meşê birin Goristana Zeviye. Di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên Esen, alên KCK, PKK û YPG/J'ê hatin vekirin û dirûşmeyên "Şehîd namirin", "Bijî serok Apo" û "Bijî berxwedana Kobanê" hatin berzkirin.
Piştî karên definkirinê bi dawî bûn bavê Esen Şefîk Esen axivî û wiha got: "Serê gelê Kurdistanê sax be. Kurê min şehîdê hemû Kurdistanê ye."
Namzetê HDP'ê yê Sêrtê Kadrî Yildirim jî wiha got: "Mahmut ji bo welat û axa xwe canê xwe da. Çawa Şêx Saîd, Seyîd Riza û Mahsun Korkmaz riya te ronî kir tu jî riya me ronî dikî. Bila çavê xwe li pey te nemîne. Em dê têkoşîna te heya dawiyê bidomînin."
Piştre girse derbasî Mala Şînê ya Haci Ahmet Ozkiliç bû.