Endama Koordînasyona KJK'ê Jiyan Lava, pêvajoya hilbijartinê ya li Bakurê Kurdistanê û tevlîbûna jinên Kurd nirxand. Lava diyar kir ku ji bo siyaseteke demokratîk a li Tirkiyeyê divê jin ji hilbijartinên 7'ê Hezîranê re pêşengiyê bikin.
Ji bo hilbijartinên giştî yên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê demeke kurt ma. Hilbijartinên 7'ê Hezîranê ji bo Kurdan dikare çarenûsê diyar bikin. Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, tevlîbûneke ewqasî xurt a jinan li hilbijartinan, ji bo Tirkiyeyê rewşeke nû derxist holê. Endama Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistanê (KJK) Jiyan Lava pêvajoya hilbijartinê û tevlîbûna jinên Kurd nirxand û got, "Tevgera Azadiyê ya Kurd û Tevgera Jinê bi têkoşîna xwe ya bi salan, ked û berdêlên giran, hatine vê qonaxê."
Lava ji namzetên jin re serketin xwest û anî ziman ku cihgirtina hejmareke ewçend xurt a namzetên jin ji bo wan rewşeke esasî û girîng e. Lava da xuyakirin ku asteke bi vî rengî bi hêsanî bi dest neketiye û axaftina xwe wiha dewam kir: "Jin wê di pêvajoya hilbijartinê de reng, deng, ziman, rêxistinbûyîn û temsîliyeta xwe nîşan bidin. Ev girîng in. Têkoşîna azadiyê ya jinan, berxwedana wan ev rewş derxist holê. Bêguman ev têkoşîn wê ji hemû jinan re bibe mînak. Ev hilbijartin wê hemû derdoran hembêz bike."
DEWLEMENDIYA HDP'Ê
Lava da zanîn ku yên di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de namzet hatine nîşandan ne tenê jinên Kurd in, temsîliyeta jinên Kurd, Tirk, Laz û Asûrî heye û destnîşan kir ku di vî warî de HDP dewlemendiyeke mezin e. Lava got, "HDP bi pênegiyeke ji hemû jinan re, ji bo gavên neteweya demokratîk biavêje dixebite, xwe bi rêxistin dike. Ji bo neteweya demokratîk rola pêşengiyê dilîze. HDP bi vî rengî gavan diavêje. Ji bo li Tirkiyeyê siyaseteke demokratîk hebe, jin pêşengiya vê dikin. Çavê hemû jinan îro li HDP'ê ye. Bêguman di vir de jinan roleek mezin lîstin. Di hilbijartinan de jin nîvî nîvî bûn xwedî cih. Ev yek serketineke mezin e."
'JIN WÊ DI VÊ HILBIJARTINÊ DE ROLA XWE BILÎZIN'
Lava da xuyakirin ku hatiye dîtin ev hilbijartin ji hilbijartinên din girîngtir in û destnîşan kir ku ne tenê ji bo jinên li Bakurê Kurdistanê, wê bandora xwe li jinên li parçeyên din û Ewropayê bike. Lava da zanîn ku ev hilbijartin gaveke dîrokî ye û got, "Bi qasî dîrokîbûnê, ev hilbijartin wê xwedî bandoreke mezin be. Çiqasî astengî hebin jî jin wê di van hilbijartinan de rolên xwe bilîzin. Têkoşîna wan wê her tim dewam bike. Her çend hewl bidin pêşî li jinan bigirin jî wê têkoşîn û berxwedana wan dewam bike."
Lava di dewama axaftina xwe de ragihand ku tevlîbûna hejmareke bi vî rengî a namzetên jin li hilbijartinan destpêkeke û got, "Ev yek wê di nava sîstema parlamentê de ji bo siyaseteke demokratîk, rêxistinbûyîna vîna jinê hîn bêhtir zemînekê amade bike."
'NEKARÎ XWE LI PÊVAJOYA RÊBER APO RABIGIRIN'
Lava bal kişand ser provokasyona li Agirî jî û destnîşan kir ku hikûmeta AKP'ê nekariye xwe li pêşketin, rêxistinbûyîn û desteka gel a ji bo HDP'ê rabigire. Lava da xuyakirin ku di pêvajoyeke bi vî rengî de ya hatiye kirin nayê qebûlkirin û got, "Hikûmet û dewleta AKP'ê nikare xwe li pêvajoya ji aliyê Rêber Apo ve hatiye destpêkirin rabigirin. Me bûyerên li Agirî dît. Bûyera li Agirî provokasyon e. Provokasyonek ji bo tarîkirina hilbijartinê ye. Gelê me, bi taybetî jî jinan ev provokasyon pûç kirin. Daxuyaniyên Fermandariya Giştî û rayedarên dewletê daxuyaniyên rast nînin. Ya ku gelê me jê bawer û hêvî dike li Tirkiyeyê meşandina siyaseteke demokratîk e û ji bo hemû gelên li Tirkiyeyê hembêz bike hem xwedî li gerîla derdikeve hem jî leşkeran rizgar dike. Rizgarkirina leşkerên birîndar ji aliyê gelê me ve, nîşaneya vê yekê ye. Mesajên gelê me zelal in û divê rast werin xwendin. Gelê me hem hemû planên hikûmeta AKP'ê pûç kiriye, hem jî di çarçoveya perspektîfên Rêber Apo de tevgeriya ye. Di vê mijarê de gelê me hestiyar e û careke din nîşan daye ku bi pêvajoyê re dilsoz e. Di serî de gelê Kurd girîng e hemû gel hilbijartinên 7'ê Hezîranê bi ruhê berxwedanê, bi dayîna kedeke mezin û bi pêşengiya jinan derbas bikin. Jin wê di vê hilbijartinê de vîna xwe bi xurtî nîşan bidin. Baweriya me ya bi vê bê dawî ye. Û ti kes wê nikaribe pêşî li vê vînê bigire."