Li Sêrtê Parka Mehmet Sîncar hat vekirin

Park û Mala Gel ên bi navê parlamenterê DEP'ê Mehmet Sîncar ji aliyê Şaredariya Sêrtê ve hatin çêkirin, bi merasîmekê hatin vekirin.

Park û Mala Gel ên bi navê parlamenterê DEP'ê Mehmet Sîncar ji aliyê Şaredariya Sêrtê ve hatin çêkirin, bi merasîmekê hatin vekirin.

Park û Mala Gel ên bi navê bi navê Mehmet Sîncar ê di sala 1993'an de di encama êrîşeke çekdarî de hat qetilkirin, li taxa Bariş a Sêrtê hatin vekirin.

Di merasîma vekirinê de hevsera Mehmet Sîncar Cîhan Sîncar, Hevseroka Giştî ya DBP'ê Emîne Ayna, Hevşaredarên Sêrtê Belkiza Beştaş Epozdemîr, Tûncer Bakirhan, namzetên parlamenteriyê yên HDP'ê yên Sêrtê, rêxistinên HDP û DBP ên bajar, navçe û bajarokan, ji parlamenterên berê yên DEP'ê Alî Yîgît, Şaredarê berê yê Sêrtê û parlamenterê berê yê DEP'ê Selîm Sadak, nûnerên gelek rêxistinên civakî yên sivîl, endamên meclîsa giştî ya bajêr û meclîsa şaredariyê û bi sedan welatiyên bajêr amade bûn.

BAKIRHAN: HDP BERHEMA WAN E

Hevşaredarê Sêrtê Bakirhan di axaftina xwe ya li vir de diyar kir ku ew ê Mehmet Sîncar û rêhevalên xwe yên hatine qetilkirin ji bîr nekin û bal kişand ser hilbijartinên giştî yên din 7'ê Hezîranê de bên lidarxistin. Bakirhan got, "HDP ku di roja îro de projeya jiyaneke nû ya ji bo hemû gel, bawerî û beşên civakê pêşkêş dike, berhema têkoşîna bi berdêlên giran ên Mehmet Sîncar, Sakîne Cansiz, Mazlûm Dogan û Mahsûm Korkmazane. HDP projeya 'Bijî Biratiya Gelan' a Kemal Pîr, Mazlûm Dogan û Hakî Karerane."

'EM Ê MÎRATEYA WAN MEZIN BIKIN'

Hevsera Mehmet Sîncar Cîhan Sîncar jî got, "Gelek leheng hene ku ji bo jiyaneke azad, wekhev û demokratîk canê xwe dane. Gelekî girîng e ku navên wan were jiyîn û ji nifşên nû re bê ragihandin. Em ê têkoşîna wan weke mîrateyekê ji me re hiştine, mezin bikin."

Parlamenterê berê yê DEP'ê Alî Yîgît jî da xuyakirin ku di salên 1990'î de têkoşîna gelê ku bi berdêlên gelekî giran meşand, ji bo tevahiya cîhanê veguherî hêviyê.

Hevseroka Giştî ya DBP'ê Emîne Ayna jî got, "Em ê bi jîndarkirina navên ji bo pêşeroja me canê xwe dane re, bersivê bidin feraseta ku zextê li me dike û me nas nake."