PKK'ê 'Şehîdên meha Nîsanê' bibîr anî

Komîteya Rêveber a PKK'ê, di şexsê Mehmet Guler (Sînan), Huseyîn Bîlgîn (Suleyman) û Ramazan Bayrak (Ekrem) de 'Şehîdên meha Nîsanê' bibîr anî.

Komîteya Rêveber a PKK'ê, di şexsê Mehmet Guler (Sînan), Huseyîn Bîlgîn (Suleyman) û Ramazan Bayrak (Ekrem) de 'Şehîdên meha Nîsanê' bibîr anî û got, "Her kêlî, her wêneyekî jiyanê yê şehîdên me, di rêya azadiyê de veguherî jiyana nû ya gel û partiya me."

Komîteya Rêveber a PKK'ê, di malpera xwe ya fermî ya înternetê de daxuyaniyek weşand û cangoriyên meha Nîsanê bibîr anî. Di daxuyaniya PKK'ê de hat gotin, "Yekane nirxê ku gel di rêveçûna dîrokê de gihandiye roja îro, têkoşîna exlaqî û polîtîk û berdêlên di oxira azadiyê de dane ye. Têkoşîna exlaqî û polîtîk, bi qasî têkoşîna gelekî ya watedarbûyîna xwe, her wiha pêvajoya afirandina wateyên nû. Berdêlên hatine dayîn, cîhana wateyê ya civakê ye. Ya ku gelan dixe ser rêya azadiyê jî, ev sîstema heqîqetan e. Asta heqîqetê ya civakekê, astas wê ya azadiyê ye. Ji ber vê yekê ye, çînên serdest di destpêkê de heqîqetên ku civak hebûna xwe deyndarê wan e, hedef digirin. Rizgariya civakeke bindest bi bidestxistina heqîqeta nû re destpê dike.

Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê û hêza wê ya pêşeng Tevgera PKK'ê di pêvajoya zêdeyî 40 salan de, bi rastiya xwe ya şerê berfireh ê li dijî sîstema qirkirinê ya mezin re, gelekî ku hebûna wê natibû windakirin, nirxên wê hatin parçekirin, careke din heqîqetên wê afirand, vejîna wê pêk anî û xist ser rêya azadiyê. Ev rastî bi berdêlên mezin hatiye afirandin û keda hemû şehîdên me ye. Her kêlî, her wêneyekî jiyanê yê şehîdên me, di rêya azadiyê de veguherî jiyana nû ya gel û partiya me. Rastiya nemirinê, asta jîndarkirina şehadetan e. Yên ku ji serî heta binî di nava tevgera me û gelê me yê bi hev re ber bi şoreşê ve dimeşe tê jiyîn, şehîdên me ne: Armanc, hesret û jiyana wan e. Tevî hemû zextan jî ya ku me di rêya azadiyê de dihêle, rastiya heqîqeta bi keda şehîdên me hatiye strandin e."

'EM ŞEHÎDÊN HEFTEYA SOR BIBÎR TÎNIN'

Daxuyaniya Komîteya Rêveber a PKK'ê bi vî rengî dewam kir:

"Di vê rêya şoreşê ya ku em bi ruhê şehîdên xwe re dimeşin de, em şehîdên meha Nîsanê bi mînetdarî û rêzdariyeke mezin bibîr tînin, bi taybetî di kesayetiya rêhevalên xwe û welatparêzên xwe yên di navbera 21-27'ê Nîsana 1980'î Hefteya Qehremaniyê de di têkoşîna li dijî paşverûtî, neteweperestiya kevnare, hêzên reformîst û noker de şehîd ketin, hemû şehîdên şoreşê bibîr tînin û diyar dikin ku em ê dilsoziya xwe ya bi şehîdên xwe re, di rêya wan bi jîndarkirina wan bicih bînin.

Li ser vê bingehê;

Milîtanê xwe yê ciwan rêhevalê Abdûrrahman Çeçen ê ji Qoserê ku di Nîsana 1980'î de ji aliyê dewleta TC a dagirker faşîst ve bi îşkenceyê hat qetilkirin, bibîr tînin.

Rêhevalê me Hatîn Esen ê ji navçeya Mêrdîn Dêrikê, di dema xebatên bi wesîleya Hefteya Sor de ji aliyê neteweperestên kevnare yê reformîst ên bi hevkariya çeteyên feodal ve hat qetilkirin. Em rêhevalx we bi rêzdarî bibîr tînin.

Rêhevalê me Aslam Badem ê ji navçeya Riha Wêranşarê, bi cewhera xwe ya kûr a welatparêziyê re bi pratîkeke têkoşer tevlî refên PKK'ê bû û dema bi wesîleya Hefteya Sor xebateke aktîf dimeşand dîl ket destê mêtîngeran. Rêhevalê me Aslan ku dema dîl hat girtin agahiyek bi tenê jî neda dijmin, bi îşkenceyeke ku hiş û dilê mirovan nikare qebûl bike, hat qetilkirin. Di salvegera şehadeta wî de em li pêşberî bîranîna wî bejna xwe bi rêzdarî ditewînin.

Rêhevalê me Omer-Ahmet Çelîktaş ê ji Depê, di temenekî gelekî ciwan de tevlî refên têkoşîna azadiyê bû û weke şoreşgerekî çalak dihat naskirin. Rêhevalê me Omer di pevçûneke li hemberî faşîstan de di 22'ê Nîsana 1980'î de gihîşt şehadetê. Em wî bi rêzdarî bibîr tînin.

Du şoreşgerên mezin rêhevalên me Suleyman-Huseyîn Bîlgîn ê ji Gexî ya Çewlikê û Sînan-Mehmet Guler ê ji Kanî Reş a Çewlikê, tevkariyeke mezin li têkoşîna azadiyê kirin. Rêhevalê Huseyîn Bîlgîn zû tevlî refên têkoşîna azadiyê bû û di dema vekişînê de, piştî derketina derve bi awayekî aktîf tevlî pratîka şer a li welêt bû. Rêhevalê me Mehmet Guler jî gelekî zû ket bin bandora rêhevalên me Mazlûm Dogan û Deîl Dogan û tevlî têkoşîna azadiyê bû. Hînê di sala 1978'an de li qada Depê berpirsyarî hilgirt ser milê xwe. Bi çalakbûn, dilgermî û sekna xwe ya şoreşgerî re bal kişand. Rêhevalê me Sînan ku gelek wezîfe bicih anî, piştre du caran ji bo perwerdeyê derbasî kampên Fîlîstînê bû û her tim bi wezîfeyên cuda re berê xwe da welêt.

Her du milîtanên me yên bijarke yên PKK'ê rêhevalên me Suleyman û Sînan, piştî pratîka şer a bi salan, di 23'ê Nîsana 1985'an de rêhevalên me Mehmet Guler û Huseyîn Bîlgîn, li hemberî dorpêçiya dijmin berxwedaneke mezin nîşan dan û gihîştin şehadetê. Em rêhevalên xwe bi rêzdarî bibîr tînin.

Rêhevalê me Îsa Îpek, her çend berê bi karakterê mêtîngerî yê dijmin nizanî bû û nêzî dijmin sekinîbû jî, dûre tevlî refên azadiyê bû û mîna ku tola salên bihurî dixwaze hilîne bi awayekî aktîf tevlî pratîkê bû. Rêhevalê me Îsa Îpek di 22'ê Nîsana 1990'î de di pevçûneke li dijî hêzên leşkerî yên faşîst ên TC de bi 5 rêhevalên xwe re tevlî karwanê şehîdan bû.

Rêhevala me Rojîn-Raqya Alçan a ji Nirsêbîn, piştî pratîka gerîla ya demeke dirêj al i Botanê, li Dêrsimê dema diçû wezîfeyekê di Nîsana 1995'an de ji ber qezayekê jiyana xwe ji dest da. Em rêhevala xwe bi rêzdarî bibîr tînin.

Rêhevalê me Şiyar-Hakan Îldan ê ji navçeya Amed Liceyê, di Nîsana 1996'an de bi komeke hevalên xwe re, ji ber şert û mercên dijwar ên hewayê qefilî û li qada Şehîd Remzî ya Amedê tevlî karwanê şehîdan bûn. Di kesayetiya rêhevalê xwe Şehîd Şiyar de em hemû rêhevalên xwe yên ji ber şert û mercên dijwar ên hewayê şehîd ketine, bi rêzdarî bibîr tînin.

Rêhevala me Newroz Artêş-Selamet Çatak a ji navçeya Şirnex Hezexê, li qada Garisa ya Botanê di pevçûna li dijî mêtîngeran de di 25'ê Nîsana 1996'an de bi 9 rêhevalên xwe re tevlî karwanê şehîdan bû. Di salvegera şehadeta wê de em bi rêzdarî van rêhevalên xwe bibîr tînin.

Rêhevalê me Ekrem-Ramazan Bayrak ê li gundê Mergê yê Qilabanê ji dayik bû, di nava têkoşîna azadiyê de weke milîtanekî PKK'ê bi şervanî, fermandarî, fedekariya xwe ya bê dawî û sekna li dijî xiyanet û nokeriyê dihat naskirin. Rêhevalê me Ekrem ji sala 1989'an û heta 25'ê Nîsana 1997'an dema şehadeta bi komek ji rêhevalên xwe re, li hemû qadan her tim weke milîtanekî bijarte yê PKK'ê li refên pêş di jiyan û şer de cih girt.

Rêhevala me Cahîde Ronak-Hindirîn Hemî a li Rojavayê Kurdistanê bi dayîna berdêlên mezin re xwe gihand çiyayên azadiyê, di 29'ê Nîsana 1997'an de di êrîşa li hemberî Girê yê Zapê ku dijmin kontrol kiribû de, tevî rêhevala me Rahîme Çekdar-Necla Koçar a ji Tetwanê tevlî karwanê şehîdan bû. Em her du rêhevalên xwe bi rêzdarî bibîr tînin.

Rêhevala me Delîla-Nesîme (Naîme) Yaman a ji Qilabanê, ku di nava têkoşîna azadiyê de bi şervanî û têkoşeriya xwe dihat naskirin, di 28'ê Nîsana 1999'an de li Amed-Akdagê di pevçûna li hemberî hêzên mêtînger de bi komeke rêhevalên xwe re tevlî karwanê şehîdan bû. Em van rêhevalên xwe bi rêzdarî bibîr tînin.

Rêhevalê me Deştî-Kemal Yaklav ê ji Mêrdînê, di 29'ê Nîsana 2003'an de li Êlih-Ramanê di pevçûna li hemberî hêzên mêtînger de şehîd ket. Em rêhevalê xwe bi rêzdarî bibîr tînin.

Rêhevalê me Nemrûd-Kenan Firat ê ji Mûşê, di 22'ê Nîsana 2003'an de li ber ava har a Xabûrê ket û şehîd ket. Bi zindîbûn, çalakbûn û sekna xwe ya di jiyana pratîkê de wê her tim weke fermandarekî pêşeng ê PKK'ê were bîranîn.

Rêhevalê me Hasan-Hasan Hatay ê ji Semsûrê, li gelek qadên têkoşîna azadiyê di asta aktîf de bi sekna xwe ya jê dihat hezkirin, mînak hat girtin. Rêhevalê me Hasan di 22'ê Nîsana 2004'an de di pevçûna li hemberî dijmin de bi rêhevalên xwe Şiyar Erzîncan-Adem Demîr û Kanî Îskender Ulger re tevlî karwanê şehîdan bû. Bi rêzdarî em bejna xwe li ber şehadeta wan ditewînin.

Rêhevalê me Sîncer- Mehmet Samî Hulagu yê li Mûşê ji dayik bûye, 21’ê Nîsana 2006’an li herêma Xinêre di êrîşa topan a dewleta Îranê ya dagirker de me şehîd da. Em rêhevalê xwe Sîncer bi rêz bibîr tînin. 
Rêhevalê me Siyabend-Îbrahîm Yusuf ê li gundê Kotol ê girêdayî Xoy a Rojhilata Kurdistanê li gelek herêman salên dirêj bi serketî gerîlatî kiriye, herî dawî 27’ê Nîsana 2007’an li Agirî di şerekî li hember hêzên dijmin tevlî karwanê şehîdan bûye. Em rêhevalê xwe Siyabend bibîr tînin.”

‘PÊWÎST E GELÊN ME LI DERDORA RASTIYA ŞEHÎDAN BIBIN YEK’

Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Têkoşînên azadiyê, li gor egera xwezaya xwe ji bo bidestxistina azadiyan timî berdêlên mezin pêwîst kirine. Di Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de jî ev berdêl ku welatê me hatiye çar parçekirin û bûne mêtingeh hê girantir bûye û hê jî didome. Îro li Kobanê, Şengal û duh jî li Agirî dara azadiyê berdêlan ji me dixwaze. 
Ji bo ev berdêl hêm kêmtir bibe, di destpêkê de pêwîst e gelê Kurdistan û gel, tevayî gelên li Tirkiyeyê dijîn lê mîna gelê Kurd rojane bi zext û zilmê re rû bir û dimînin, bi Têkoşîna Azadiya Kurdistanê re, dest bi dest, mil bi mil li hember hêzên şer ên dewleperest-desthilatdar bibin yek û ruhê xwişk û biratiyê yê dîrokî pêk bînin. Ev di destpêkê de bi zanebûna li derdora şehîdên me yên di oxira azadiyê de canê xwe feda kirine bûyîna yek û pratîkkirina daxwaz û hesretên wan, di bin ala Şehîdên me yên Azadiyê de hatine gel hev û têkoşînê re derbas dibe. 

Em careke din bang li gelê xwe û gelên xwe dikin ku li derdora rastiya şehîdên me yên tevgera PKK’ê de bibin yek.”

...