PGDM: Têkoşîna PKK'ê pêşî li qirkirinên nû girt
PGDM di daxuyaniya xwe ya bi munasebeta salvegera Qirkirina Seyfo de zîhniyetê qirkirinê lanet kir û ji bo pêşîgirtina li qirkirinên nû bal kişand ser rola PKK'ê.
PGDM di daxuyaniya xwe ya bi munasebeta salvegera Qirkirina Seyfo de zîhniyetê qirkirinê lanet kir û ji bo pêşîgirtina li qirkirinên nû bal kişand ser rola PKK'ê.
PGDM di daxuyaniya xwe ya bi munasebeta salvegera Qirkirina Seyfo de zîhniyetê qirkirinê lanet kir û ji bo pêşîgirtina li qirkirinên nû bal kişand ser rola PKK'ê. Di daxuyaniyê de hat xwestin ku di 7'ê Hezîranê de HDP were destekkirin.
Partiya Guhertina Demokratîk a Mezopotamyayê (PGDM), ji ber salvegera 100. a Qirkirina Seyfo 1915'an daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Em, Împaratoriya Osmanî ku weke qirker di dîroka mirovahiyê de cih girt, Îttîhat û Terakî ya dewama wê ye, hemû hikûmetê ev zîhniyetê gihandin roja îro û hikûmeta AKP'ê ku yek ji van e, şermezar û lanet dikin" hat destnîaşnkirin ku ji komkujî û qirkirinan polîtîkayên emperyalîst, kapîtalîst, faşîst, nîjadperest û hevkariyê berpirsyar in.
'HEWL HAT DAYÎN QIRKIRINEKE DIN WERE KIRIN'
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser hebûna zîhniyeta qirker di roja îro de û rola PKK'ê ya gelan diparêze hat destnîşankirin.
Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir:
"Gurûha DAIŞ'ê ya faşîst a hikûmeta AKP'ê destekê dide, tişta ku li Nînova, Şengal, Kobanê û Xabûrê kir, Qirkirina Seyfo ya roja îro ye. Dema ev rewş baş were lêkolînkirin wê polîtîkayên şaş ên sedsalê û rastiyên hatine îstîsmarkirin baştir werin fêmkirin. Karesata ku hewl hat dayîn di vê demê de bê kirin dubareya Qirkirina Seyfo bû. Sedema bingehîn a têkçûna vê karesatê jî; di pêşengiya PKK'ê de têkoşîna azadiyê ya gelan e. Bi vî rengî gelek xeterî hatin beralîkirin û bû wesîle ku gel li dijî gurûha DAIŞ'ê ya faşîst bi vîna xwe xwe birêxistin bikin. Bi taybetî, weke encama têkoşîna bi dehan salan a li hemberî dewleta Tirk a faşîst, hevkariya herêmî, paşverûtî, neteweperestî û fanatîzmê hat hat dayîn, alternatîfa jiyaneke demokratîk a gelan afiriye."
'DIVÊ DESTEK JI HDP'Ê RE WERE DAYÎN'
PGDM nerazîbûn nîşanî provokasyonên AKP'ê da û xwest, di hilbijartinên 7'ê Hezîranê yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê de HDP were destekkirin.