Xemla Çiyê: Kefî
Kefî ji bo gerîlayan gelekî girîng e. Di şert û mercên gerîlatiyê de gerîla bê kefî nabe û kefî jî bê gerîla nabe. Kefî havînê ji germê diparêze, zivistanê jî ji sermayê.
Kefî ji bo gerîlayan gelekî girîng e. Di şert û mercên gerîlatiyê de gerîla bê kefî nabe û kefî jî bê gerîla nabe. Kefî havînê ji germê diparêze, zivistanê jî ji sermayê.
Kefî ji bo gerîlayan gelek girîng e. Di şert û mercên gerîlayan de gerîla bê kefî nabe û kefî jî bê gerîla nabe. Kefî havînê ji germê diparêze, zivistanê jî ji sermayê diparêze. Kefî ji ber hem havîn û hem zivistanê tê bikaranîn, li gorî her demsalê reng û kalinbûn diguhere. Zivistanê kalin û reng tarî ye û havînê jî tenik û rengê wê vekiriye.
Gerîlaya YJA-STAR’ê Avesta Cûdî da zanîn ku kefî ji bo gerîlayan gelek girîng e û kefî ji bo gelek tiştî baş e. Cûdî da zanîn ku hinek taybetiyên wê yên sereke hene û got: “Carinan dibe, lihêf, carinan dibe doşek. Havînê mirovan ji mêşan diparêze. Carinan jî di şevên sar de mirovan diparêze. Ancax kesên gerîlatiyê bikin vê fêm dikin.”
Cûdî bi lêv kir ku li gerîlatiyê çawa ku kefî hewcedariyeke mezin tê dîtin, di civakê de jî cil û bergên gerîla bi taybet jî kefî tê hezkirin û wiha got: “Heta niha min gelek kefî çêkirin û diyarî kiriye. Rengê şîn ji bo min azadiyê bibîr dixe.”
EZ JI KEFIYA KESK HEZ DIKIM
Rojbîn Amed jî destnîşan kir ku kefî li gorî avhewayê rengê wan diguhere û ew ji kefiya kesk û ya bi morî hez dike û got: “Kefiya zivistanê hêriye û rengê wê leşkerî ye. Ya havînê jî rengê wê vekiriye, teniktir e.
Li cem me kefiyên rengîn, bi balkişandina xwe bi metreyan dûr tê ferqkirin. Em gerîlayên ciwan dixwazin kefiyên bi morî çêbikin û rengê ruhê xwe yê ciwantiyê beşdarî kefiyên xwe bikin. Morî reng dide kefiyan û terzeke nû jî diafirîne.”
DOST Û RÊVEGERÊ GERÎLAYAN KEFÎ
Amed bi lêv kir ku ew dixwaze ji gerîlayên ku tecrubeya wan zêdetir e, tiştan fêr bike û gerîlayên berê her tim rola kefiyan a demê di krîtîk de vedigotin û wiha berdewam kir: “Tevî ku di navberê de sal derbas bûne jî, hîna di navbera gerîlayên berê de li ser kefiyan nîqaş tê kirin. Tê gotin ku di şevên sar û pevçûnan de kefî gelek bi fêdeye û wek lihêfê tê bikaranîn. Kefî dost û rêhevalê gerîlayan e.”
KEFIYA KOÇER
Gerîlaya YJA STAR’ê jî diyar kir ku gerîlayekî ku kefiya wî tinebe, wekê parçeyek ji cil û bergên wî kêm in û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ciwanên nû beşdarî gerîla dibin, jiyanê gav bi gav fêr dibin. Çêkirina kefiyê jî fêr dibin. Heta hevalên me fêrî vê bibin, hevalên me yên berê ji wan re dibin alîkar. Beriya ez beşdar bibim, dayika min kefî bikar dianî. Bi çanda Kurd re têkiliya wê heye. Min ev têkiliya kefiyê ya bi çanda Kurd re li çiyayan ji hevalên gerîla hîn kir. Ez êdî gelek jê hez dikim.
KEFIYA PÎRA MIN TÎNA BÎRA MIN
Xemla kefiyê karekê estetîkî ye. Çawa gerîla nirx dide her tiştî û dîtbariyek estetîk dide qezenckirin, wisa nêzî kefiyê jî dibe. Çawa gerîla her qada jiyanê xweş û dewlemend dike, dewlemendiyê beşdarî kefiyê jî dike. Gerîla kefiyê bi hevparî çêdikin û li serê xwe girê didin. Ev jî ji kevneşopiya kefiya pîrên me tên. Destpêkê min ji çêkirina kefiyê hez nedikir, lê niha ez gelek jê hez dikim.”