Buroya hilbijartinê ya HDP’ê bi merasîmeke girseyî hat vekirin

Buroya Hilbijartinê ya HDP’ê ya Erdîşê bi tevlîbûna Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag û namzetên HDP’ê yên Wanê bi girseyê hat vekirin.

Buroya Hilbijartinê ya HDP’ê ya Erdîşê bi tevlîbûna Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag û namzetên HDP’ê yên Wanê bi girseyê hat vekirin. Yuksekdag a di vekirina buroyê de axivî got,  “AKP’ya ku serketina HDP’ê ya di hilbijartinan de texmîn dike, têkildarî sabotekirina pêvajoya çareseriyê ya timî dike amûra propogandayê peyaman dide gel.”

Namzetên Wanê yên HDP’ê li navçeya Erdîşê buroya hilbijartinê vekirin. Namzetên HDP’ê û Hevseroka Giştî ya HDP’ê ku ji bo vekirina buroyê hatin navçeyê li nêzî Fabrîkaya Şekir a Erdîşê ji aliyê bi karwanekî ji sedan wesayîtan ji aliyê Erdîşiyan ve hatin pêşwazîkirin. Erdîşî bi otobusa hilbijartinê re ber bi navenda navçeyê ketin rê. Konvoya rastî eleqeyeke zêde ya gel hat, li ser rêya Alkanat buroya hilbijartinê hat vekirin.

Vekirina buroyê bi deqeyek rêzgirtinê destpêkir. Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Wanê Veysî Dîlekçî diyar kir ku hilbijartinên 7’ê Hezîranê ji bo serketina civaka Tirkiyeyê xwedî girîngiyeke dîrokî ye.

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag jî got, “AKP’ya serketina HDP’ê ya di hilbijartinan de texmîn dike, têkildarî sabotekirina pêvajoya çareseriyê ya timî dike amûra propogandayê peyaman dide gel.”

‘ARMANÇ EV BÛ KU LI SER 15 CENAZEYÊN LEŞKERAN RANTÊ BIKIN’

Yuksekdag di dewama axaftina xwe de armanca provokasyona li Giyadînê vegot û wiha axivî: “Tişta dixwestin li vir bikin ev bû, ku 15 leşkeran bidin kuştin û li ser cenazeyan rantê bikin. Lê belê gerîla û gel pêşiya vê provokasyonê girt. Gerîlayekî û mirovekî me bi fedakirina bedena xwe, tevkarî li dewama aştiya li welatê me kirin… Me xwest em ji bo Erdîş û Wanê ya herî baş bikin. Eger em bi 8 parlamenterî re bikevin Meclîsê em ê ya hê baştir bikin.”

Piştî axaftinan buroya hilbijartinê ya Erdîşê hat vekirin.

...