Buroyên hilbijartinê yên HDP'ê yên Bêgir û Ebexê bi merasîmên girseyî hatin vekirin. Di axaftinên li merasîmê de hat destnîşan kir ku ji ber HDP benda hilbijartinê derbas dike, AKP ketiye nava panîkê.
ANF
WAN
duşem, 20 avrêlê 2015, 15:46
Buroyên hilbijartinê yên HDP'ê yên Bêgir û Ebexê bi merasîmên girseyî hatin vekirin. Di axaftinên li merasîmê de hat destnîşan kir ku ji ber HDP benda hilbijartinê derbas dike, AKP ketiye nava panîkê. Her wiha hat xwestin, ku ji bo xebatên hilbijartinê mal bi mal welatî werin ziyaretkirin.
Hevserokatiya HDP'ê ya Bajarê Wanê, ji bo hilbijartinên 7'ê Hezîranê yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê xebatên xwe dewam dike.
Li navçeyên Bêgir û Ebexê buroyên hilbijartinê yên HDP'ê hatin vekirin. Girseya gel ku li taxa Karahan ê Bêgirê bi konvoya ji sedan wesayîtî namzet pêşwazî kir, derbasî cihê buro lê were vekirin bû. Bi hezaran kesên li ber avahiya buroya hilbijartinê ya HDP'ê civiyan, ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê deqeyek rêz girt. Dûre namzetên parlamenteriyê yên HDP'ê yên Wanê hatin nasadin.
Hevserokê HDP'ê yê Bajarê Wanê Veysî Dîlekçî li merasîmê peyivî û destnîşan kir ku ew ê di van hilbijartinan de qanûnên antî demokratîk û bendê hilweşînin. Dîlekçî zanî ziman ku HDP wê bi ser bikeve û mezinbûna HDP'ê ya roj bi roj, hikûmeta AKP'ê xistiye nava panîkê, lewma êrîşî wan tê kirin.
EBEX
Heyeta HDP û DBP dûre derbasî navçeya Ebexê bû û tevlî merasîma vekirina buroya hilbijartinê ya li vir bû. Buroya hilbijartinê ya li ser rêya Wanê, bi beşdariyeke bi coş hat vekirin. Heyeta ku bi konvoyeke ji sedan wesayîtî hat ber buroya hilbijartinê ya li navenda navçeyê, ji aliyê girseyeke qelebalix ve hat pêşwazîkirin.
Li dû danasîna namzetan Hevseroka HDP'ê ya Bajarê Wanê Derya Havya peyivî û li hemberî provokasyonan banga hişyariyê kir.
Namzetê parlamenteriyê yê HDP'ê yê Wanê Selamî Ozyaşar jî diyar kir ku ji bo hilweşandina benda hilbijartinê divê ew mal bi mal bigerin ûg ot, "Ji bo jiyana nû, ji bo jiyana azad divê em di 7'ê Hezîranê de bendan hilweşînin."